Oker: Bila kes van îdîayan weke fortekê nebîne

Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker anî ziman ku êrişeke li ser Cemxaneyê bi şêweyê ku Sedat Peker qalê dike nebe jî, ev yek nayê wê wateyê ku êrişeke wiha wê qet neyê kirin. Oker destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê xwe bi rêxistin bikin.

Serçete Sedat Peker, li gel dîmenên xwe yên têkildarî rayedarên dewleta Tirk, bi taybetî Mehmet Agar û Suleyman Soylû, bi hin gotinên xwe yên li ser medya dîjîtal jî bûye mijara nîqaşê. Peker herî dawî tweetek weşand û diyar kir ku Mehmet Agar mîna komkujiya Gaziyê wê êrişî Elewiyan bike.

Di dema komkujiya Gaziyê de ya beriya 26 salan ku 22 kes hatin kuştin, Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê bû, lewma îdîayên hatine kirin bûne sedema tirs û fikaran.

'DIBE KU RAST BE'

Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dîroka welêt bi komkujiyan dagirtî ye, lewma dibe ku îdîa rast bin. Tûrgût Oker got, "Di dîroka nêz de jî gelek caran komkujiyên Elewiyan çêbûn. Lewma dema ku mirov gotinên Sedat Peker dixwînin yan jî dibihîzin, mirov lê matmayî nabin."

Tûrgût Oker komkujiyên Meletî, Sêwas, Mereş û Çorûmê bi bîr xist û got, "Hikumet nikare welêt bi rê ve bibe, krîza navxweyî giran bûye. Dewlet heta niha kengî tengav bû dest bi komkujiya Elewiyan kir. Lewma di nava vê rewşa tengav de kes nikare garantiyê bide ku tiştekî bi vî rengî neke."

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BIBIN YEK'

Tûrgût Oker diyar kir ku her çend êrişek bi vî rengî nebe jî ev nayê wê wateyê ku wê qet nebe û ev hişyarî da raya giştî ya demokratîk: "Niha gelek kes dibêje divê mirov bala xwe bide ser kesê ku tîne ziman. Belê, kesê bi navê Sedat Peker parçeyek ji vê rêxistiniyê bû, maşika wê bû, lê belê tiştên ku niha qalê dike nayê wê wateyê ku dosyayên sûc ên kiryarên komkujiyan nerast be. Ji ber ku kesên ku ew qala wan dike, em di dema nêz de ji komkujiyan nas dikin.

Komkujiya ku wî qalê kir nebe jî, em zanin ku zîhniyeta dewlet bi dest xistiye wê bi îradeya hilbijartinê neçe. Em zanin ku ji bilî zext û zilmê tiştekî rewa nîşan nadin. Ji xwe vê jî dike. Îro, sibe li dijî Cemxaneyê êriş nebe jî divê ev yek weke fortê neyê dîtin. Lewma divê hêzên demokrasiyê hemû piştevaniya hev bikin, xwe bi rêxistin bikin."