OHD: Divê polîsên ewlehiya gel dixin xeteriyê bên cezakirin

Şaxa OHD'ê ya Stenbolê ku parêzeriya ciwanên ku ji ber govendgerandinê hatin destgîrkirin hilgirt ser xwe, diyar kir ku polîs sûc kiriye û got: "Divê polîsên ewlehiya gel dixin xeteriyê bên cezakirin.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, têkildarî destgîrkirina ciwanên ku li Perava Modayê ya Kadikoyê li ber stranên Kurdî govendgerandibû û hatibûn destgîrkirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsan bi awayekî kêfî dest daniye ser amûrên muzîkê yên ciwanan û piştî ku welatiyan bertek nîşan daye, polîsan bi destgîrkirinê gef li wan xwariye û hat gotin ku polîsan dest xistine qirika ciwanan û gaza îsota reşandine ser çavên wan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku ciwanan bertek nîşan daye polîsan jî êrîş biriye ser wan û wiha hat gotin: "3 muwekîlên me bi êşkenceyê hatine destgîrkirin. Paşê welatiyê ku dîmenên bûyerê girtine û welatiyekî ku li bûyerê temaşe kiriye jî hatine destgîrkirin."

Di daxuyaniyê de ku behsa êşkenceya polîsan a li ciwanan kirine û ew bi awayekî kemelmçekirî serdevkî dirêjî erdê kirine hat kirin û hat gotin ku polîs ji ber polîtîkaya bêcezatiyê dîmenên êşkenceyê belav kirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîs û leşkerên ku sûcan dikin ji darizandinê ne muaf in û wiha hat gotin: "5 muwekîlên me yên mexdûrê êşkenceyê bi awayekî dijhiqûqî bi daxwaza girtinê ya dozgeriyê sewqî dadgeriya ceza ya sulhê hatine kirin. Di sûcên êşkenceyê yên bi vî rengî de demborî tune ye! Demildest divê polîsên ku êşeknce li ciwanan kirine ji peywirê bên girtin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Em hiqûqnasên azadîxwaz, em li hemberî hemû êrîşên nijadperest, şoven ên li hemberî ziman û çanda gelê Kurd û li hemberî hemû Êşkenceyan, li cem gelê xwe ne. Em ê vî sûcê ku hatiye kirin bişopînin."