Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, li serdanê dewam dike. Delegasyon, piştî serdana li Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxê Stenbolê kir.
Parêzerên OHD'yî delegasyon pêşwazî kir.
Di serdanê de ewil Hevserokê OHD’ê yê Şaxê Stenbolê Gurkan Îsteklî axivî. Îsteklî diyar kir ku Kurd sed sal in ji bo hebûna xwe têdikoşin, lê hikûmetên Tirkiyeyê jî li dijî vê têkoşînê tevdigerin. Îsteklî bi lêv kir ku li hemberî Kurdan qirkirina fîzîkî û çandî tê kirin û bal kişand ser girtîgehên li Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘PERGALEKE QETEREHM HEYE'
Parêzer Acînîkliyê jî diyar kir ku polîtîkayeke ceza ya AKP'ê tu nîn e û got: "Li Tirkiyeyê pergaleke qeterehm heye." Piştî vê endamên delegasyonê ji parêzeran pirsîn ku bê ka di der barê helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de çi difikirin. Parêzer Acînîkliyê got ku serlêdanên wan ên li DMME'yê ên ji bo pêşlêkolînkirinê hatine redkirin û got ku serlêdana ji bo 34 welatiyên ku li Roboskiyê hatin qetilkirin jî ji ber kêmasiyên di warê rêbazê de ji aliyê DMME'yê ve hatiye redkirin. Acînîkliyê, anî ziman ku li gor wan DMME ne jidil e.
Parêzer Vedat Ece jî bi bîr xist ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê pê re bikin û ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahiyekê ji Abdullah Ocalan nagirin û got ku partiyên siyasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re dikin hincet. Ece, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehên Tirkiyeyê û rewşa girtiyên nexweş.
Sekretera OHD a Şaxa Stenbolê Eda Onalê jî da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê herî kêm hezar û 600 girtiyên nexweş hene û gelek jê çendî raporên wan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" hene, nayên berdan.
Parêzer Nûrettîn Kûzû jî destnîşan kir ku sedema ku li Tirkiyeyê her diçe hejmara girtiyan zêde dibe, girtina rê li ber hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Kûzû bi lêv kir ku sedemeke din jî nepêkanîna biryarên dadgehên bilind û yên DMME'yê ne.
Kûzû, di berdewama axaftina xwe de ji bo tecrîda esehkirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û got: "Em dixwazin Konseya Ewropayê deng derxîne. Pozîsyona wan qels e. Danekirinên wan, ne ji dil in.”
Kûzû xwest Konseya Ewropayê di vî warî de zorê bide Tirkiyeyê.