OGC: Çapemeniya azad wê bi paş ve gav neavêje
Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) têkildarî girtina rojnameya Ozgur Gundemê daxuyanî da û got ew ê gavan şûnde navjin.
Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) têkildarî girtina rojnameya Ozgur Gundemê daxuyanî da û got ew ê gavan şûnde navjin.
Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) têkildarî biryara girtina Ozgur Gundemê daxuyanî da û got, bi konsepta şer bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin, rojnemevan hatin qetilkirin û ajansên wan ê nûçeyan hatin girtin.
OGC’ wiha pê de çû: ‘’Bi konsepta şer a dawî re heya niha bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Xebatkarên rojnameyê hatin kuştin, ajansên nûçeyan hatine girtin. Bi taybetî jî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, AKP ya ku bi ser çapemeniyê de zextên xwe zêde kiriye, bêhtir jî berê xwe daye çapemeniya azad. Herî dawî jî, mînaka vê îro Ozgur Gundem bi biryara 8. Dadgeha Cizayê ya Silhê, bi hinceta ku propagandaya PKK’ê kiriye hatiye girtin, bi ser bînahiya rojnameyê de hatiye girtin, bi dehan xebatkarên wê bi lêdanê hatin binçavkirin.’’
Di berdewamiya daxûyaniyê de tê gotin, heta niha ew ti caran weke çapemeniya azad li hember zextên bi vî rengî, wan gav bi şûn de navêtine û ji niha û şûn de jî wê navêjin.
OGC di daxûyaniya xwe de zextên li ser Ozgur Gundemê şermezar dike û wiha anî ziman:,‘’Heta dawiyê em ê li pişt Ozgur Gundemê bin. Em wekî komeleyê bang li hemû hevpîşeyên xwe, rêxistinên demokratîk ên girseyî û xwendekarên Ozgur Gundemê dikin ku li rojnameya xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Ozgur Gundemê’’