Ocalan çi mesaj ji AKP'ê û Qendîlê re şand...-Amed Dîcle

Gulan 2014... Heyeta HDP'ê ya li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin dikir, ji bo bi rêveberiya KCK'ê re li ser pêvajoyê biaxive û asta hevdîtinên li Giravê ragihîne çû Qendîlê.

Gulan 2014.

Heyeta HDP'ê ya li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin dikir, ji bo bi rêveberiya KCK'ê re li ser pêvajoyê biaxive û asta hevdîtinên li Giravê ragihîne çû Qendîlê. Heyet piştî her hevdîtina li Îmraliyê diçû Qendîlê, lê belê beriya bi rê bikeve, li Enqereyê bi heyeta dewletê re rûdinişt. Ji Qendîlê re hem naveroka hevdîtinên bi Ocalan re hem jî helwest û peyamên dewletê radigihand.

Di yek ji van hevdîtinan de, di nava Gulana 2014'an de heyeta HDP, beriya biçe Qendîlê li Enqereyê bi Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdana re rûnişt. Fîdan, ji bo ji Qendîlê re were ragihandin, 'pêşniyara planeke çalakiyê' şand. HDP'yiyan, plana çalakiyê ya Fîdan, li Qendîlê ji rêveberiyên KCK'ê re ragihand. KCK dibêj, 'Rêbertî ji xwe li wir e, her civîn, her nameya wî ji xwe planeke, projeyeke, nexşerêyek e'. Di civîna li Qendîlê de rêveberiya KCK'ê, îtiraz û rexneyên xwe yên li ser çêkirina qereqolan bilêv kir. Got, 'Pêkanîn bi vî rengî bi ti awayî nayên qebûlkirin, rewşek li dijî agirbestê ye' û ev helwesta AKP'ê û gavneavêtin rexne kir.

Ev nêrînên KCK'ê di hevdîtina 1'ê Hezîrana 2014'an a li Îmraliyê de, li cem wezîfedarên dewletê ji Ocalan re ragihand.

Di vê demê de li Liceyê, xwepêşandanên girseyî yên li dijî qereqolan di rojevê de bû û di çawişên pispor di kontrola rê de ji aliyê YDG-H'yiyan ve hatin binçavkirin.

Dema rexneyên Qendîlê hatin ragihandin Ocalan ev bersiv da: "Belê ez dizanim. Ew mijara çawişên pispor ên hatine birin jî heye, ez ê li ser wê jî biaxivim."

Li ser vê yekê Berdevkê Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Sirri Sureyya Onder ket navberê û agahiyeke din da. Onder, hevdîtina heyetê ya bi wezîran re ji Ocalan re ragihand:

Onder: Me ev mijara qereqolan bi wezîran re nirxand. Cara yekemîn me dît, ku Efkan Beg di vê mijarê de bi erênî nêz dibe. Efkan Beg diyar kir ku çêkirina qereqola li Liceyê wê bi temamî bê sekinandin û ji bo yên din jî wê komîsyoneke hevpar were avakirin û bi rêya vê komîsyonê were tespîtkirin bê kîjan pêwîste, kîjan ne pêwîst e.

Ocalan: Vê pêşniyarê li ber çavan bigirin.

Heyeta HDP'ê da zanîn, ku ew jî vê pêşniyarê girîng dibînin, lewma ji bo rewşa çawişên pispor ên li Liceyê hatin girtin, ketine dewrê. Weke ku tê zanîn, çawişên pispor ên di vê demê de hatibûn girtin, bi navbeynkariya Heyeta HDP'ê serbest hatibû berdan.

Li gorî agahiyên Onder ji Ocalan re ragihand, hikûmetê gumanên xwe yên li ser zor û zehmetiyên di mijara muzakereyê de di civîna MGK de derkevin holê bilêv kiriye, lewma wan jî însiyatîf girtine ser milê xwe û çûne Liceyê.

Di pirtûka 'Notên Îmraliyê' ya ji aiyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hat çapkirin de, çarçoveya giştî ya diyalogan bi vî rengî ye.

Ocalan ev agahiyên hatin dayîn erênî pêşwazî kir û da zanîn ku heyeta dewletê ya pê re hevdîtinê dike jî carna zehmetiyan dikişîne, lewma divê alîkarî ji heyetê re jî bê dayîn. Ocalan wiha dewam dike:

"Bi hikûmetê re hevdîtinê bikin, bila ew jî di mijara girtiyên nexweş de bi hestyarî tevbigere. Hûn jî bi Efkan re biaxivin. Li Liceya deh hezar nifûsa xwe heye, civandina çil hezar leşkerî li çar hêlên wê, nayê qebûlkirin. Ev tehrîk e. Mîna bûyera Farqînê, tehrîkê dikin. Bila êdî AKP jî van rewşan îstîsmar neke. Desteya Şopandinê ji bo vê girîng e. Qereqol, bendavên ewlekariyê hwd. de hemû ji bo me tehrîk bike tên kirin. Ne hemû qereqol, lê belê yên stratejîk em ê destûrê nedin wan. Bi koma Ciner re hemû gundan îstîmlak dikin, talan dikin. Bendav, febrîka hwd. li wê derê ji bo astengkirina me û talankirina gel dikin. Gel wê birçî bimîne, ji bo berhevkirina pembo û findeqan biçe Çûkûrova, Derya Reş, vana jî wê pereyekî mezin qezenç bikin. Em nikarin vê qebûl bikin. Eger bi vî rengî tevbigerin, ew febrîqe wê di dema pêş de biteqin.

Ji bo temamiya van pirsgirêkan min neh komîsyon û konferans pêşniyar kiribûm. Komîsyonên îktîsat û ewlekariyê girîng in, konferansên wê divê tavilê werin kirin. Yên li ser mijarên ziman, ol, dîrok û hunerê de dikarin piştre bên kirin. Konferansa ewlekariyê girîng e. Heta roja îro ev mijara ewlekariyê nehatibû bîra Qendîlê jî. Di vê konferansê de mijarên JÎTEM, gladîo, cerdevanî hemû dikarin werin nirxandin. Vana me pirsgirêka serweriyê ye, pirsgirêka ewlekariyê ya navxweyî ye. Ji ber ku ji bo tinekirina Kurdan gladiyoyeke taybet hatiye avakirin. Gladiyoyeke ser bi sê lobiyên gladyoya NATO hatiye avakirin. Ev gladiyoya di sala 1952'an dema avabûna NATO'yê de hat avakirin, bûyera Menderes, bûyerên şerê çep-rast hwd. kiribû."

Di vê nuqteyê de wezîfedarê dewletê yê di hevdîtinê de amade bû ket navberê û got:

"Li Tirkiyeyê ti kesî ev analîz nekiribû. Ev berê bi dilbêjî û daneheviyan hat nîşandan û hema hema hemû piştrast bûn."

Ev hevdîtin, yanî hevdîtina 1'ê Hezîrana 2014'an bi nirxandina mijarên din ên rojevê re bi dawî bû. Meseleya Liceyê hat nrixandin, aliyan di axaftinê de li hev kirin û Ocalan di vî warî de li bendê ma ku hikûmet gavê biavêje.

Di nava meha Hezîranê de heyet careke din çû Îmraliyê û di destpêka hevdîtinê de Ocalan bûyera Liceyê xist rojevê. Aliyê hikûmetê ti ji berpirsyarî û sozên dabû bi cih neanîbû. Gavên bi hewldanên Ocalan re ji aliyê Tevgera Kurd ve hatin avêtin, bêbersiv mabûn. Û vê rewşê Ocalan bi hêrs kiribû.

Ocalan ne tenê hikûmet, Heyeta HDP'ê jî rexne kir û got, "Li Liceyê çi diqewime, ji min re bêjin. Beriya her tiştî divê hûn bi vê zanibin: Hûn heyeteke muzakereyê ne. Divê hûn giraniya xwe biparêzin, prestîja xwe ji dest bernedin. Lewma dema hûn ketin dewrê gelekî bifikirin û piştî ketin dewrê jî ya pêwîst divê hûn bikin. Divê hûn zanibin; meşandina muzakereyê acemîtî û bêplaniyê qebûl nake. Divê gotina we li her derê giraniya xwe hebe. Hûn min temsîl dikin. Ji Beşîr Beg re, ji Wezîrê karên Hundir re vê bêjin: Diviyabû hemû gavên ji aliyê me ve hatin avêtin, bersiveke xwe hebûya. Ya ku diviyabû bihata kirin, bihata nirxandin cuda bû. We bigotina 'Hûn bi çavekî kor li hemû gavên me dinêrin. Hûn qet Ocalan nas nakin'. Mîna ku ez teslîm bûme nîşan didin. Nabe ku îmaja Ocalan bi vî rengî were nîşandan.

Ji van re bêjin, dema der heqê min de diaxivin bila cidî bin. Em ne hêzeke teslîm bûne. Hêzeke me ya mûezem a şer heye. Piştî ku me dîktatoriya laîk a neteweperest û faşîzmê di salên 2000'î de têk bir, AKP hat ser desthilatdariyê. AKP li ser vê rewşê bû desthilatdar. Lê niha AKP her tiştî dike malê xwe. Radibe berdana girtiyên nexweş jî dike mijara bazariyê. Ev ne rast e. Eger dixwazin her tiştî bi qedandina me re pêk bîne, ev yek nabe. Ev yek wê encamên welê derxîne holê, ku ji bo AKP'ê jî nebaş be.

Ya duyemîn jî, heyete hekemtiyê divê, mecbûrî ye. Heyetek ku PKK'ê jî, dewletê jî kontrol bike. Eger ev heyet hebûya, kê li Liceyê şaşitî kir ew ê hişyar bikira. Dewletê şaşîtî kir an jî PKK'ê, ev ê diyar bibûya. Li cîhanê ev wiha ye. Me ji destpêkê ve gotin, lê nekirin. Niha li Tirkiyeyê kaosek heye. AKP çima niha xwe vedigire? Eger xwe vedigire, hingî di nava vî karî de fenek heye, hesabê hegemonîk heye, tesfiye heye. Bi vî rengî nabe. Eger ya em dibêjin bihata kirin, wê ji bo aqlê dewletê jî, ji bo giraniya dewletê jî baş bibûya. Hewldanên bi qurnazî, gerandina dek û dolaban û hewldanên ji bo lînckirina partiya me, tiştên bên qebûlkirin nînin. Hûn jî van ji wan re bêjin. Siyaset bi vî rengî tê kirin."

Ocalan rexne li hikûmetê kir ku qanûnên diviyabû ji Meclîsê derxista, dernexistiye û ev mesaj da Qendîlê:

"Beriya hilbijartina Serokkomariyê divê bê derxistin. Vê ji Qendîlê re jî bêjin. Herî dereng heta dawiya Hezîranê divê were derxistin. Eger neyê derxistin ez nikarim garantiyê bidim. Hûn li ser vê hevdîtinan bikin û di vê mijarê de nêrînên wezîran werbigirin. Eger AKP careke din bi sedemên bêbinî re li dij derkeve û vê qebûl neke, wê şer rû bide."

Ocalan dibêje ku aliyê hikûmet-dewletê wê qanûnê derxîne lewma dixwaze ji Qendîlê re ragihînin ku ji ber vê yekê hin çalakiyan herî kêm heta dawiya Hezîranê bisekinînin. Di vê mijarê de vê tespîtê dike:

"Bûyerên dibişibin bûyera dawî ya Liceyê, zor û zehmetiyan diafirîne. Em di nava karekî cidî de ne. Divê ev tevlîhevî, şewitandina wesayîtan, birîna rê, girtin hwd. bisekinin, qet nebe heta dawiya mehê bisekinin. Vê jî bêjin: Bila wan karker û leşkerên girtine, tavilê berdin. Ji bo rizgarkirina vê şensê qanûnîbûnê, ev xûsûsên min destnîşan kirin, gelekî girîng in. Vê jî bêjin: Eger AKP vê jî veguherîne mijûlkirin, hingî hîle heye. Ev yek wê şensê qanûnîbûnê jî biqedîne. Di nava agirbestê de wê agirbestê îlan bike. Li vê derê derfetên min kêm in, rê û rêbazên min ên ragihandinê kêm in. Eger muzakere, mûxatabî hemû wê çareser bibin, hingî divê em karibin sekreterya pispor, heyetên medya û yên din ên pêwîstiya me pê hene, ava bikin. Bi xebatên van heyetan re em ê pirsgirêkan bi giranî bixin ser rêya çareseriyê."

Ya ku ji aliyê dewletê ve ji Ocalan re hat ragihandin; wê gavên nû werin avêtin. Ji ber vê sedemê Ocalan dixwaze şensekî din bê dayîn, lê belê hişyariya 'mijûlkirinê' dide.

Hevdîtina din a di 26'ê Hezîrana 2014'an de pêk hat hîn bêhtir tengezar derbas bû. Di nava vê demê de heyeta dewletê hin şertên nû derxistibûn pêş.

Ocalan ev rewş qebûl nekir û ev nirxandin ji Heyeta HDP'ê re kir:

"Nêrîna AKP'ê; çêkirina qereqolan, çêkirina HES, yanî pêkanîn polîtîkayên qedandina jiyanê ye. Ji bo çareseriya vê rewşê min neh alî jimart. Ev gelekî girîng bûn. Lê hûn nikarin van ji hikûmetê re vebêjin, hûn nikarin bixin meriyetê. Ji ber vê yekê jî niha şertên nû datînin pêşiya min. (Bi hêrs dibe). Gelo we nikarîbûn bipirsin; 'Baş e tu şertên nû tîne, lê ji bo jiyana azad tu çi dide?' We ev yek nîqaş nekirin; 'Em ê li ser xaka xwe çi bikin?'. Biçin bi Beşîr (Atalay) Beg re biaxivin. Bêyî nîqaşkirina van, bila bi hincetên bêbinî neyên cem min. Em ne zarok in, ne dîn in, ne terorîst in! Ji wan re bêjin, xwedayê terorîstan hûn in. Ez wan hişyar dikim, bila rojevên sexte li ser min ferz nekin.

Bila şaş neyê fêmkirin, ez ne kesekî meyla xwe ji çekê re heye. Lê belê eger bi vî rengî nêzî bikin, hingî ez ê bi awayekî cuda binirxînim. Bi destê Tirkên Spî re Kurd bi nokerên Kurdan re li dijî qanûnan hatine îlankirin. Kurdîtî li derveyî qanûnê hatiye hiştin. Qada xwe ya jiyanê hatiye tengkirin. Gelo hikûmet vê fêm nake? Gelo hûn nikarin vê vebêjin? Hikûmet hînê hewl dide bi vî halê xwe yê sefîl me tesfiye bike. Halbûkî hinekî serê wan bixebitiya, wê fêm bikira ku ji bo jiyaneke hemdem pîvan, qanûn divê. Dewleke xwe bi vî rengî bi rêxistin bike divê. Lê ez dişopînim, we jî di Komîsyona Destûra BingehÎn de şopandin. Tirkên Spî weke Kurd navê min li qanûnê jî nanivîsînin. Ji wan re bêjin, dema we navê min (Kurd) li qanûnê nenivîsand, hingî hûn min li çiyê radigirin. Ji wan re bêjin, 'Ocalan dixwaze Kurdan ji rewşa derveyî qanûnan -bi gotina wan- ji 'eşqiyatiyê' tîne û dixwaze di nava qanûna de bi cih bike. Eger ji bo jiyaneke bi nasname, çanda hemdem û wekhev a Kurdan qanûnekê amade nakin, hingî di vê de hîl heye. Ev bi awayekî vekirî qirkirin e, qirkirina çandî ye. Divê hûn jî vê vebêjin û bi her kesî bidin fêmkirin.

Vana xistine serê xwe; ji wan heye pênc deh gerîlayên me hene û ew ê tesfiye bikin. Tirkên Spî jî provoke dikin. Tirkên Spî zexta 'gerîla hînê ji çiyê daneket' dike. Tayyîp jî weke bersiva ji wan re dibêje 'ez ê wan daxînim'. Tu yê çawa daxîne? Gelo vana nabînin; eger gerîla di nava rewşeke demokratîk de neyê, wê her tişt biqede. Eger amadekarî neyê kirin, rewşeke demokratîk neyê afirandin û bi vî rengî gerîla were, hûn ê jî biqedin, ew çepa ku gelekî li ser tê axaftin jî wê bi qede, dewletê jî biqede, Tayyîpê jî biqede, MÎT'ê jî biqede!"

Ev tespîta ku berî sal û nîvekê li Girava Îmraliyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat kirin, wêneyê Çileya 2015'an bi awayekî zelal nîşan da. Rewşa aliyan, nêzîkatiya aliyan a li pêvajoyê, bi encamên îro derketine holê re tê dîtin. Tespîtên Ocalan di Hezîrana 2014'an de têkildarî AKP'ê kir û siyaseta çareseriyê ya tevî van tespîtan jî afirand, îro tê astengkirin û destûra hevdîtinê jî nayê dayîn. Hikûmet, hemû organên dewletê dixwaze PKK a ku di nava sê salên dawî de bi diyalog û hevdîtinan tesfiye nekir, niha bi şer tesfiye bike. Ocalan di hevdîtineke xwe ya beriya niha de gotibû, "Eger pêvajo serketî nebe, hingî min weke mirî bihesibînin." Bi vî rengî hişyarî dabû hemû rêxistin û saziyên pê ve girêdayî. Tevî ewçend hevdîtinan jî xuya ye ne tiştên ku Ocalan dixwest bike, tespît û fikarên wî îro pêk tên.

Ocalan di gelek hevdîtinan de hişyarî dabû ku eger muzakere nebe wê şerekî dijwar rû bide, ne tenê li bajarên weke Lice û Cizîrê, li dehan navendan wê şerê bajêr destpê bike. Her tim destnîşan kir ku ew van hişyariyan ne weke gefê, weke tespîtê bilêv dike. Di yek ji hevdîtinên dawî de dabû xuyakirin, ku eger muzakere neyê kirin wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê. Mekanîka darbeyê îro bi şêweyê 'darbeya Qesrê' di dewrê de ye. Û weke encama vê yekê hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê her tiştên li ser navê Kurdan tên redkirin, cenazeyên jinên Kurd bi rojan li naverastê tên hiştin, cenazeyên zarokan di dobalên qeşayê de tên ragirtin. Jin û xortên ciwan ên Kurd ên ev nêrînên Ocalan pejirandine, li dijî vê hovîtiyê li ber xwe didin.