Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê Mêrsînê Ferhat Arslan ku di operasyona bi navê KCK'ê ya navenda wê Mêrsîn li 6 bajaran pêk hat û li gel 42 kesan hate binçavkirin, ji bo binçavkirinê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kir. Hate zanîn ku tenduristiya Arslan xerab dibe.
Duh li 6 bajarên ku navenda wê Mêrsîne, di bin navê KCK'ê de operasyona hemwext hate lidarxistin. Di operasyonê de tevî Nûçegîhanê DÎHA'yê yê Mêrsînê Ferhat Arslan 42 kes hate binçavkirin. Aslan ku 2 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye hate zanîn ku ku tenduristiya Arslan xerab dibe.
Di serdegirtina buroyê de hemû hardîskên kompîtûran û 2 laptop hatin desteserkirin. Dîsa arşîva rojnameyên heftane, wênekêş û kamaraya Arslan hate desteserkirin. Hate zanîn ku Arslan ji xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Mêrsê Mehmet Demir re gotiye ji niha û şûnde dest bi grevê dike. Hate zanîn ku 2 rojin çalakiya Arslan didome û tenduristiya Arslan ne baş e.