Nûçegihana JinNewsê Nazlican Yildiz hate girtin

Nûçegihana JinNewsê Nazlican Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir ku di saetên sere sibehê de li Îzmîrê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Di saetên serê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinan de 6 kes hatin destgîrkirin. Ji destgîrkiryan 2 jê hatin girtin û kar û barên îfadegirtinê yên 4 kesan jî ji bo sibe hate hiştin. Di encama serdegirtinên malan ên di 17’ê Cotmehê de li Îzmîrê 16 endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hatibûn destgîrkirin û bi hinceta ku di dosyaya wan de delîlên nû hatine bidestxistin, nûçegihana JinNews’ê Nazlican Yildiz, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajar Mûrat Tûfan û xwendekarên zanîngehê Firat Dîkmen, Mûrat Boztaş, Ayhan Bakir û Baran Tînk hatin destgîrkirin.

2 KES HATIN GIRTIN

Ji destgîrkiriyan nûçegihana JinNewsê Nazlican Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir piştî kar û barên îfadegirtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî kar û barên li cem dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Bi îdiaya îtîrafên du kesan, Yildiz û Bakir ji hela Dadgeriya Sizayên Giştî ve hatin girtin.

Kar û barê îfadegirtinê ya 4 kesan jî ji bo sibe hatin hiştin. Hat zanîn ku Mûrat Boztaş li Şaxa TEM’a Çankayayê, Mûrat Tûfan, Firat Dîkmen û Baran Tînk jî li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên ragirtin.