Nobeta parlementerên HDP'ê ya li dijî tecrîdê dewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 19’emîn de ye.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 19'emîn de li ber Deriyê Meclisê yê Dîkmenê berdewam dike. Parlamenter Kemal Bûlbûl, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Feleknas Uca, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz û Ridvan Turan beşdarî nobetê bûn.

Zeynel Ozen ê li vir daxuyanî da, ev tişt gotin:

"Weke hûn jî dizanin, bi salan e li Îmraliyê tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Bi vê tecrîdê re hemû têkiliyên Ocalan hatin qutkirin. Der barê tenduristî û rewşa wî de agahî nayên bihîstin. Ev pêkanîn ji ber dijminatiya li dijî Kurdan derdikeve holê û li her qada Tirkiyeyê tê nîşandan. Mafên Ocalan ên destûrî, mafên bingehîn ên mirovan tên paşguhkirin, her girtiyek xwedî mafên rewa ye, nikare ji vana sûd werbigire, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Berdewmên vê li hemû welatê me, li ser gelê kedkar û gelê Kurd, li ser partiya me didome. Bizanibin ku yekane aktorê ku vî şerî biqedîne Birêz Ocalan e. Beriya niha bi xwe jî got, 'Ez ê di nava hefteyekê de şer bisekinînim'. Hêza wî heye. Ev desthilatdarî jî rê li ber siyaseta demokratîk digire.

'EM BANG LI HEMÛ MUXALEFETÊ DIKIN KU LI DIJÎ ÊRÎŞAN BISEKININ’

Îradeya gelê Kurd tê paşguhkirin, li hemû şaredariyên me qeyûm tên tayînkirin, her roj operasyon pêk tên. Bi hezaran mirovên me di zindanan de ne, di heman demê de ji ber ku li girtîgehan qanûna dij-kurdtiyê tê meşandin her roj cenaze tê girtin. Pêvajoya ku em tê de girîng e. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Wisa dixuye ku ev hilbijartin wê di bin şert û mercên awarte de bên kirin û îmkanên lidarxistina wê di nav şert û mercên demokratîk de pir kêm in. Divê hemû mûxalefet ji van pêkanînên dij-demokratîk, bi taybetî jî ji krîmînalîzekirin û bêbandorkirina HDP'ê re bêjin na. Weke hûn jî dizanin gelê me bi salan e di nava vî şerî de dijî. Lê gelê me ti carî serî netewand. Weke HDP’ê em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Weke nûnerên vî gelî, hemû kedkar, karker, Kurd, kêmnetewe û bawerî em ê ti carî serî li ber wan netewînin. Em ê têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin. Hiqûqa dijmin li ser hevserok, hevşaredarên me û endamên partiyan ên li girtîgehan tê meşandin. Li hemberî wan nêzîkatiyên dîlgirtî tên pêk anîn. Em vê yekê qebûl nakin.

PEYAMA ' KOMARA DEMOKRATÎK'

Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina komara demokratîk a li Tirkiyeyê bilind bikin, em ê ti carî serî netewînin. Çi qas hewl bidin HDP’ê krîmînalîze bikin, çi qas dozên komplo û girtinan vekin jî em gel in. Berê jî wan ev yek gelek caran ceriband. Belê, çi bû, em bi hêztir bûn. Ev hewldan pûç in, em ê hemû lîstikên wan pûç bikin. Berxwedan jiyan e, berxwedan serkeftin e. Em ê teqez bi ser bikevin!”