Nobeta parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê di roja sêyemîn de ye

Nobeta parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de ye. Parlamenteran gotin, "Li vî welatî ji bo dewamkirina zextan tecrîd tê meşandin."

Çalakiya ku parlementerên HDP’ê li ber Wezareta Edaletê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 3’yemîn de didome. Parlamenter Mûrat Çepnî, Kemal Bûlbûl, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr, Şevîn Coşkun, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Erdal Aydemîr, Saît Dede, Celadet Gaydalî û Muazzez Orhan beşdarî çalakiya îro bûn.

'DAXWAZA BI MILYONAN MIROVÎ YE'

Li ser navê parlementerên nobedar Parlementrê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî û wiha got:

"Îro nobeta me ya li ber Wezareta Edaletê di roja sêyemîn de ye. Em li vir careke din bang li kesên ku li ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd hebûna xwe didomînin dikin. Em ji bo daxwazên bi milyonan Kurd û gelên me ji Wezaretê û rayedarên hikûmetê re ragihînin li vir in. Ev 21 meh in li Îmraliyê bi taybetî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke mutlaq dewam dike. Em careke din tekez dikin ku ev tecrîd ne rewa ye, li dijî mafên mirovan e û li dijî xebatên neteweyî û navneteweyî ye.

Em dixwazin bi berpirsyarî rabin û pirsgirêka ku dê siberoja bi mîlyonan mirovan diyar bike, pirsgirêka tecrîdê destnîşan bikin. Tecrîd ji bo dewamkirina gendelî û zordariya li vî welatî ye. Hin kes li ser neçareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û siyaseta şer xwe xwedî dikin. Em ji bo vê siyaseta derewîn û rizandinê vebêjin li vir in û banga helwestê dikin.

'DIVÊ GEL LI DIJÎ ÊRÎŞAN HELWEST NÎŞAN BIDIN'

Îro em bi sepandineke nû ya xitimandina pirsgirêka Kurd re rû bi rû ne. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk a pêkhateya me jî di nav de gelek rêveberên wê serê sibê hatin destgîrkirin. Hincet hê jî heman e. Li ku derê yekî ku serî natewîne, di çareseriyê de israr dike, di demokrasî û azadiyê de bi biryar be, hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Ev operasyona li dijî DBP’ê rasterast êrîşa li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd e. Li hemberî van êrîşan helbet divê hemû gelê me di serî de gelê Kurd xwedî helwest bin û têkoşînê bilind bikin.

Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li tevahiya welat belav bûye. Dema em dibêjin tecrîd hemû civakê dike hedef, ne tenê Îmraliyê, em dixwazin vê bibêjin. Tecrîd li her derê bi heman rengî tê meşandin. Weke HDP’ê heta em encamek bi dest nexin, em ê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê bidomînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, demildest dawî lê bînin. Em bang li desthilatdariyê, bi taybetî jî Wezareta Dadê dikin: Dest ji vî sûcî berdin. Ger Îmraliyê girêdayî Komara Tirkiyeyê be, bi Destûra Bingehîn ve girêdayî be, êdî dev ji hiqûqa taybet berdin û tecrîda mutleq rakin."