Çalakiya nobedariyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 100’emîn de ye.
Kurd bi komên ku ji 5 kesan pêk tên ji 25’ê hezîranê heta niha li ber Konseya Ewropayê (KE) nobetê digirin. Nobeta ku ji aliyê însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ve hatiye organîzekirin her hefte li herêmên cuda komek nû dewr digire. Vê hefteyê li bajarê Lyon a Fransayê 3 jin bi giştî komeke ji 4 kesan kesan pêk dihat grev dewr girt.
Ji çalakgerên jin Şemse Şahîn da zanîn ku ev salek zêdeye tecrîda li sre Ocalan her diçe girantir dibe û balkişand ser pevçûnên zêde dibe. Şahîn got ez dayikkim û wiha got: “Ez dayikek kurd jî, ya tirk jî baş fêm dikim. Ger dayikên tirk jî di ferqa vê de bin êdî dê her du alî jî negirin û dilê wan neşewite. Ev pirsgirêka me tevan e.
Haney Kisa jî wiha got: “Heta ku Kurdistan azad nebe em li vir di çalakiyê de ne. Gundên me hatin şewitandin, zarokên me hatin qetilkirin. Hê jî tên qetilkirin. Bila êdî ev şer bi dawî be. Bila ciwanên me nemirin. Bila ev xwîn raweste.”
Fîdan Raşît jî wiha got: “Tayyîp Erdogan ol îstîsmar dike. ol dike amûr û hewl dide xwe bi gel bide hezkirin. Gelo dê kî hesabê vê zilmê bide?