Nobeta ji bo TV 10 didome: Em ê dengê xwe bidin bihîstin

Nobeda ji bo TV 10 ku hatibû girtin didome. Di axaftinan de hate gotin ,’’Em ê li hemû qadan dengê xwe derxînin’’ û hate diyarkirin ku ti hêviyan gelan ji AKP’ê û MHP’ê nîn e.

Protestoyên girtina TV 10 berdewam dikin. Çalakiya nobedê ya ku bi tevlêbûna saziyên Elewiyan, xebatkarên TV 10 û Dayikên Şemiyê pêk tê, berdewam dike. Li çalakiya Meydana Galatasarayê pankarta ‘’’TV 10 nikare were bêdengkirin’’ hate vekirin û dirûşmên wekî ‘’Elewî nikarin werin bêdengkirin’’, ‘’Çapemeniya azad nikare wre bêdengkirin’’ hatin berzkirin.

GULEÇ: LI HEMÛ QADAN EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Yek ji xebatkarê TV 10 Veli Haydar Guleç di çalakiyê de axivî û got ‘’Dixwazin tenê yek deng derkeve, ji bo vê jî gelek tiştan tine dikin. Welat weke qemyoneke frenê wê teqiyayî diçe. Dixwazin me bêdeng bikin lê em bêdeng nabin, li hemû qadan em ê dengê xwe derxînin.’’

KARAMAN: TI HÊVIYA GELAN JI AKP’Ê Û MHP’Ê NÎN E

Hevserokê Komeleya Koçgiriyê Riza Karamn jî xwest ku TV 10 demildest were vekirin û got, ‘’Hevserokê tekana partiya ku muxalefetê dike hatin girtin. Piştî ku destlênedan rabûn zext zêdetir bûn. Ên ku îxanetkar û hevkar hene ku gulan davêjin ber lingê zaliman. Ti hêviya van gelan ji AKP, MHP’ê nîn e. Muxalefet divê bi saziyên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyan, ji hemû çewisandiyan pêk were.’’