Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku malbata wan ji aliyê AKP’yiyan ve hatibû qetilkirin, didome.
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku malbata wan ji aliyê AKP’yiyan ve hatibû qetilkirin, didome.
Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber edliyeya Rihayê ji 9'ê Adarê ve di Nobeda Edaletê de ye. Nodeta Edaletê di roja xwe ya 681’emîn de didome.
Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.
Ferît Şenyaşar diyar kir ku heta ku birayê wî yê girtî were berdan ew ê li ber deriyê edliyeyê bin.