Nobeta Edaletê: Ji bo girtiyan serî hildin
Malbatên ku Nobeta Edaletê didomînin bang li cîhanê kirin ji bo girtiyan serî hildin û gotin, “Heta hemû girtî bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Malbatên ku Nobeta Edaletê didomînin bang li cîhanê kirin ji bo girtiyan serî hildin û gotin, “Heta hemû girtî bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja 331’an de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komaleya 78’an a Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.
Yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku çalakiya wan 331 roj in berdewam dike, lê tu kes guh nade daxwazên wan. Ada got: “Ev zilm nayê qebûlkirin. Me ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de me lîsteya girtiyên nexweş radestî wan kirin. Bila her kes bizane ku CHP’ê deriyên xwe li me venekirin. CHP rewşa girtiyên nexweş qebûl nekirin. Dermankirina wan qebûl nekir. Em CHP’ê şermezar dikin.”
‘EM Ê JI BO ZAROKÊN XWE LI HER QADÊ BIN’
Ada bal kişand ser Suphan Çabûk ê duh li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hat qetilkirin û wiha berdewam kir: “Duh dîsa girtiyekî din hat qetilkirin. Heta ku em sax bin em ê piştgiriyê bidin girtiyên xwe. Heta hemû tên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila Serokkomar û Wezîra Edaletê baş bizanibin, em zext, tundî û cezayên disîplînê qebûl nakin. Em bang li cîhanê dikin; serî hildin. Bila cenazayên zarokên me neyên ber deriyên me. Êdî bes e.”
Her wiha yek ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler jî di çalakiyê de axivî û got: “Em ê ji bo zarokên xwe li her qadê bin. Bila mirin çênebin.”
Çalakî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.