Ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) ya Strastourgê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û bê navber didome.
Çalakiya nobetê ku di 25’ê hezîranê dest pê kir kete roja 107’an. Nobeta vê hefteyê li paytexta Roma ya Îtalyayê komeke ji 4 kesan pêk dihat dewr girt. Bi awayekî dorveger her hefte li herêmekî komek çalakger heftyeekê çalakiyê didomîne.
Koma ji Romayê hatiye ji du jin û du mêran pêk tê. Çalakgera jin Zozan Berwar diyar kir ku ewa ji bo serokatiyê li virin û bal kişand ser girîngiya çalakiyê. Berwer da zanîn ku ew dayika şehîdane.
Berwar wiha pê de çû: “Ez bang li dayikên kurd û tirk dikim ku bila pêşî li vî şerî bigirin. Bila êdî zarokên me nemirin. Bila ev xwîn û rondik êdî rawestin. Ji bo vê jî divê dayikên tirk destê xwe bidin destê me.”
Çalakgera jin ya din Cahîde Ozel jî diyar kir ku hedefa wan heve ku zincîran bişikînin û got: “Gelê kurd ji berê de zilm dîtiye. Hêjî dibîne. Zilma li ser kurdan didome.”
Çalakger Bariş Diyar jî bi lêv kir ku ew bi xwe tirk e û wiha got: “Ocalan ne tenê rêberê kurdan, rêberê hemû gelên cîhanê ye. ji ber vê jî roleke mezin ketiye ser milê kurdan. Netewa bipelçikîne tu carî nekare bibe çareserî.”
Kendal Çewlîk jî got ev 450 roj zêdetire ji Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Em agahiyê ji serokaitya xwe nagirin. Ev tecrîd tenê li ser Ocalan nîne. Ev tecrîd ji bo tasfiyekirina gelê kurde.”