Nobeda têkoşînê ya li dijî tecrîdê

Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de bûye cihê fikaran û gotin, tecrîd li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye.

Parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi çalakiya bêdem û bi dorveger kirin. Parlamenteran bi bîr xistin ku 21 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin, lewma ev yek di nava gel de dibe sedema fikaran û gotin, tecrîd li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye.

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.

REJÎMA LI ÎMRALIYÊ DIVÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Koçyîgît anî ziman ku nêzî 2 sal in bi ti awayî destûr nayê dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û destnîşan kir ku li ser tenduristiya wî fikar hene. Koçyîgît got, "Bersiva neyînî ji serlêdanên malbatê û parêzeran re tê dayin. Heta niha ti bersiv ji serlêdana hevserokên me û parlamenterên me re nehatiye dayin. Mîna ku li nava raya giştî jî belav bû Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) serdana Girava Îmraliyê kir, lê me bihîst ku Birêz Ocalan pê re hevdîtin nekiriye. Derfetên me nîne ku vê agahiyê bidin piştrastkirin û dilê raya giştî rehet bikin. Têkildarî tenduristiya Birêz Ocalan fikarên me yên cidî hene. Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û li ser tenduristiya Birêz Ocalan daxuyaniyek têrker ji raya giştî re bê dayin."

Koçyîgît tecrîd weke rêbazeke êşkenceyê û fermaneke darvekirinê ya bi demê re pênase kir û got, "Em li qada neteweyî hem jî li mewzûata navneteweyî, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, tecrîd êşkence ye. Em dibêjin ku divê hîn bêhtir li hemberî vê êşkenceyê bêdeng nemînin, tavilê dest ji vê fermana îdamê bê berdan. Wezareta Edaletê û hikumeta AKP'ê eger Komara Tirkikyeyê weke dewleteke ji qanûnan dibînin, divê qanûnan bi cih bînin. Ev yek qenciyek nîne, xêrek nîne, ev yek mafekî girtiyan hemûyan ên li Tirkiyeyê ne. Ev rejîma îstîsnayî ya li Îmraliyê divê ji holê bê rakirin, ku ji bo demokratîkbûna welêt gelekî girîng e."

TECRÎD LI HER DEVERA TIRKIYEYÊ BELAV BÛ

Sezaî Temellî destnîşan kir ku gava herî mezin a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bê avêtin, bidawîkirina tecrîdê ye û got, "Pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê meseleya edalet, hiqûq, şer û meseleya Kurd e. Dema ku mirov van hemûyan didin ser hev hingî dibînini ku Tirkiye di nava krîzeke gelekî cidî û kûr de ye. Nikare rêyek rizgariya ji vê krîza kûr bibîne. Halbûkî rêyeke rizgariyê heye; ew jî beriya her tiştî bidawîkirina tecrîdê ye. Lewma em bi israr ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. Weke gava destpêkê jî em dixwazin ku Birêz Ocalan tavilê karibe parêzerên xwe bibîne. Di vê mijarê de gelek hewldanên me hene. Hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê çalakiyan ve em hewl didin."

Temellî qala dorpêçiya polîsan jî kir û anî ziman ku tecrîd a li Îmraliyê destpêkê li her qadê belav bûye. Temellî got, "Me îro li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi çalakiyeke dorveger a bêdem kir. Em wekîl li hev kom bûn û me daxuyaniya xwe ya destpêkê dan. Ev yek wê her roj bê dubarekirin, li dijî tecrîdê wê weke nobeda têkoşînê dewam bike. Bêguman me ev yek careke din dît, tecrîd li her devera Tirkiyeyê belav bûye. Mîna Nobeda Edaletê ya li Stenbolê îro li Enqereyê jî em hatin dorpêçkirin. Desthilatdarî di nava tirsekle mezin de ye û li bikaranîna mafên demokratîk ên herî biçûk jî xwe ranagire. Hêzên çekdar ên vê desthilatdariyê, mîna hêzeke paramîlîter tecrîd li hemû kolanên Tirkiyeyê belav kirine. Bi zorê destûr dan endamên çapemeniyê û me daxuyaniya xwe dan. Piştre jî rojnamevan ji qadê hatin dûrxistin."