Nobeda Azadiyê bi koma ji ciwanan dewam dike
Nobeda 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 571'ê de bi endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê dewam dike.
Nobeda 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 571'ê de bi endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê dewam dike.
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê 'Nobeda Azadiyê' tê lidarxistin.
Nobed di hefteya 571'ê de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Keklîk, Ozgur Guner, Mûstafa Ozdemîr û Eyup Kaya ve tê meşandin.
Serhat Keklîk bi navê çalakgeran axivî û got, "Em ji vê derê bang li raya giştî, Parlamenta Ewropayê, bi taybetî jî gelê Kurd dikin. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Em dixwazin fikarên xwe careke din bînin ziman. Em soza xwe dubare dikin ku ciwan wê ti carî ji xeta Rêberê xwe dûr nekevin û her tim Rêberê xwe biparêzin.
Em ji raya giştî ya Ewropayê re jî dixwazin vê bibêjin; Gelê Kurd li hemberî mêtingeriya ku sed sal in dewam dike, têk neçûye û wê têk neçe. Gelê Kurd wê li çar aliyên cîhanê ji bo azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe dest ji têkoşînê bernede. Wê berxwedana xwe dewam bike. Li dijî hêzên mêtinger têkoşîna me wê dewam bike. Em careke din bang li gel û ciwanên Kurd dikin; Heta azadiya Rêberê me û Kurdistanê divê em dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin. Ji bo azadiya Rêberê me em bang li her kesî dikin ku tevlî Nobeda Rêbertî bibin."