Nivîskarê Yenî Şafakê yê Erodogan rexne kir, hate qewirandin

Nivîskarê Yenî Şafakê yê Erodogan rexne kir, hate qewirandin

Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Alî Akel ji ber ku di mijara Roboskiyê de Serokwezîr Erdogan rexne kir, ji kar hate derxistin.

Nivîskarê Rojnanameya Yenî Şafakê Alî Akel piştî daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî Roboskiyê de nivîsa bi navê "Lêborînê aşkera neke, lêborînê bike" di qunce nivîsa xwe de weşand ji kar hate derxistin. Roja nivîsa Alî Akel di Yenî Şafakê de hate weşandin bû sedema qrîzê. Alî Akel, di nivîsa xwe de Serokwezîr Erdogan bi tund rexne kir û piştî vê yekê agahiyên dê ji rojnayê bê derxistin dihatin axaftin. Alî Akel têkildarî îdîayan duh di Twîtterê de daxuyanî da û wiha got: "Tiştên tên nivîsîn şaş in. Ez dê di rojnameyê de nivîsan binivîsîm."

'DI VÊ SERDEMÊ DE AXIVÎN, XWEDÎ BEDELEKÊ YE'

Lê Alî Akel, serê sibê di Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku di rojnameya Yenî Şafakê ya 16 sale dixebite derket. Akel, anî ziman ku di rojnameyê de 16 salan xebitî û wiha got: "Piştî 16 salan ez ji Rojnameya Yenî Şafakê derketim. Ji ber ku ez ji hêlîn û hevalên xwe hatim veqatandim xemgîn im. Lê wijdana min rehet e. Ez hemûyan fêm dikim. Patron, gerînendenên weşanê û xebatkarên min wekî bira dîtin hemûyan fêm dikim. Ez hemûyan fêmdikim ji ber ku demên zor hene û îro jî ji hemû deman demên zortir in. Di demên wisa de axivîn û nîvîsîn xwedî bedelekê ne. Hinek dê hemû caran vê bedelê bidin."