Niqaşa destûrên bingehîn ên dewleta Tirk hate kirin
Li Konferansa Tirkiyeya Demokratîk, li ser destûrên bingehîn ên dewleta Tirk hat rawestin û hat diyarkirin ku divê sêwirandina destûra bingehîn a civakê bixwe ya komara demokratîk bê kirin.
Li Konferansa Tirkiyeya Demokratîk, li ser destûrên bingehîn ên dewleta Tirk hat rawestin û hat diyarkirin ku divê sêwirandina destûra bingehîn a civakê bixwe ya komara demokratîk bê kirin.
Konferansa Komara Demokratîk ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê li dar xist, bi beşê bi sernavê ‘’Serencama Komarê ya destûrên bingehîn’’ dewam kir. Sevîlay Çelenk rûniştin bi rê ve bir. Mûrat Sevînç, Dînçer Demîrkent û Levent Koker behsa mijarên xwe kir.
Akademîsyen Mûrat Sevînç, bi sernavê ‘’Destûra Bingehîn a 1921’ê: Derfet, utopya, pragmatîzm’’ behsa merheleya çêbûna Destûra Bingehîn a sala 1921’ê kir û li ser têkiliya Destûra Bingehîn bi Kurdan re, sekinî.
Dînçer Demîrkent, bi sernavê ‘’Destûra Bingehîn a sala 1924’an: ‘Damezirîna duyemîn e ku pê rê li ber derfetan tê girtin?’’ axivî û got ku bi ketina sala sedemîn a komarê kirina niqaşan li ser destpêkeke nû, giring e.
KOKER: DIVE MIROV DI AVAKIRINA JI NÛ VE DE JIDIL BE
Levent Koker ku bi sernavê ‘’Rexne li destûrên bingehîn ên salên 1961’ê û 1982’yan bi çavê komara demokratîk’’ mijara xwe pêşkêş kir. Koker li ser pêvajoya avakirina ji nû ve sekinî û got: ‘’Eger mirov bixwaze komareke demokratîk ava bike, jixwe di destên mirov de gelek danehev heye. “
Levent Koker îşaret pê kir ku ya sala 1921’ê ne di nav de, destûrên bingehîn tev ne rewa ne û wiha axivî: ‘’Tu destûreke bingehîn ji aliyê gel ve nehatiye çêkirin. Eger fikira avakirina komareke demokratîk hebe, divê em destûreke bingehîn ku xelk wek ya xwe bibîne, xeyal bikin. Divê em dev ji bîr û doza neteweperestiyê berdin. Neteweperestiyê ji nav destûrê derxin. Divê em hemû peymanên navneteweyî, şertên têkildarê rêveberî û zimanên xwecihî qebûl bikin. Eger em van bêyî texsîrkirin qebûl bikin, em ê bikarin gav ber bi komara demokratîk ve biavêjin.’’
Konferans wê sibe bi sernavên cuda dewam bike.