Nimêja Înê: Xwedî li çalakiya girtîgehan derbikevin

Nimêja Înê: Xwedî li çalakiya girtîgehan derbikevin

Li Amed, Wan, Colemêrg, Mûş, Şirnex û gelek bajarên din Nimêjîn Înê yên Sivîl hatin kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz da û wiha gotin: "Kesên binpêkirina mafên mirovan dike hedîsan jî binpê dike" Di nimêjan de melayan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girevên birçîbûnê yên li girtîgehan.

Nimêjên Înê li navçeya Milazgirê ya Mûşê li avahiya BDP'ê, li Wanê li Otoparqa wesayîtan, li Colemêrgê li avahiya BDP'ê, li Amedê li Sûka Selahattîn Eyyubî, li Şirnexê li avahiya BDP'ê, li Êlihê li mala çayê, li Sêrtê li Parqa Şaredariyê, li Silopiyê li qada vala, li Cizîr li Parqa Şaredariyê, li Qoserê li Mala Gel ya Şêx Davut Yalçinkaya, li Nisêbînê li Navenda Çandê ya Mîtanniyê, li Misircê li avahiya BDP'ê û li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan Nimêjên Înê yên Sivîl kirin.

Di nimêjên înê de melayan bi kurdî weaz dan û pişt re nimêj kirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema welatiyan nimêj dikirin polîsên sivîl bi qemereyanê welatî kêşandin. Li Silopiyê jî welatiyan di bin siya panzeran de nimêj kirin.

‘XWEDÎ LI ÇALAKIYÊN GIRTÎGEHAN DERBIKEVIN’

Di weazên melayan de hate gotin ku zêdehî saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrdî berdewam dike û ligel vê yekê operasyonên siyasî û leşkerî jî didomin. Melayan bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyan di 12'ê Îlonê destpê kirin û xwestin ku hemû kes xwedî li çalakiyê derbikeve.

Melan bertek nişani tezkeraya operasyona dersînor ya ji meclîsê re derbaz bû dan û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dixwaze li ser sînorên kurdan herêmên tampon ava bike û yekîtiya kurdan perçek bike." Melayan di weazên xwe de gotin di ola îslamê de zilim û kuştin sûce û wiha gotin: "Ramana mafên mirovan binpê dike hedîseyan binpê dike." Piştî weazên bi kurdî bi hezaran welatiyan dest bi nimêjê kir.