Li Amed, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Colemêrg, Manîsa, Mûş û navçeyên bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjên înê de bi kurdî weaz hate xwendin û di weazan de melayan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pevçûn û windayên çêdibin. Melayan xwest ku divê hemû kes ji bo aştiyê kedê bide.
Li Amed, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Colemêrg, Manîsa, Mûş û navçeyên bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Bi hezara welatî tevlî nimêjên înê yên sivîl bûn û melayan bi kurdî weaz xwendin. Melayên di nimêjên înê yên sivîl de diyar kirin ku, di misilmantiyê de xwîn rêjandin herame. Melayan bang li hemû kesî kir ji bo xwîn bê rawestandin kedê bidin. Melayan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên siyasî û leşker. Melayan di weazê xwe de xwest ku hemû ji bo aştiyekî mayînde divê kedê bidin.