Li Amed, Şirnex, Êlih, Sêrt, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Wêranşar, Misircê, Wan, Colemêrg, Mûş û Turgutluyê nimêjên înê yên sivîl hatin kirin. Di nimêjan de bi kurdî weaz hate xwendin. Melayan di nimêjên înê de bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girevên birçîbûnê û tezkeraya ji meclîsê re derbaz bû û wiha bang kirin: "Bila tu kes bi nirxên kurdan nelîze."
Li Amed, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Colemêrg, Manîsa, Mûş û navçeyên bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Bi hezara Kurdistanî tevlî nimêjên înê yên sivîl bûn û melayan bi kurdî weaz da. Melayan di weazên dayîn de bang li hemû kesî kir ku xwedî li gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de destpê kir derkevin.
Melayan bertek nîşanî operasyonên siyasî û leşkerî dan û anîn ziman ku, zêdehî salekêye tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Meleyan da zanîn ku, tezkereya li meclîsê hate qebûlirin xizmetê aştiyê nake xizmetê şer dike. Melaya wiha bang li serokwezîr kir: "Bila tu kes bi nirxên kurdan nelîze." Melayan bang li hemû kesî kir ku ji bo li hemberî zilmê derbikevin bibin yek.
Piştî weazan bi hezaran kesan nimêja înê kir.