Nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kirin

Nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kirin

Xwendekarên Kurd yên li Zanîngeha Adnan Menderes ya Aydinê (ADU) dixwînin, diyar kirin ku hefteyeke rastî êrîşên komên nijadperest tên.

Xwendekarên li ADU'yê dixwinîn hefteyeke rastî êrîşên komên nîjadperest û provokasyonên esnafan tên. Xwendekarê bi navê Denîz Bîlgîn diyar kir ku, bi rojane li fakulteyê li dijî xwendekarên Kurd êrîşên nijadperest pêk tên. Bîlgîn da zanîn ku, roja pêncşemê bi du hevalên xwe re rastî êrîşê hatin.

'CENDIRMEYAN TENÊ AGAHÎ JI ÊRÎŞKARAN GIRT'

Bîlgîn anî ziman ku, kantîna dibistanê rastî êrîşa komeke ji 20 kesan pêk tê hat û leşkerên hatin dibistanê tenê ji kesên êrîşkar agahî girtin. Bîlgîn bilêv kir ku, li ser vê yekê ew jî çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîlliyê û rapora darbê girtin. Bîlgîn destnîşan kir ku, şeva bûyerê ji qereqola cendirmeyan bi telefonê li wan geriyan û ji ber derheqê wan de gilî heye gazî kirin qereqolê.

Bîlgîn diyar kir ku, serê sibê li qereqolê îfade dan û der heqê koma gilî kirin. Bîlgîn anî ziman ku, ji wê rojê heta niha li dibistanê rageşî heye û dixwazin xwendekarên Kurd bikin qurbanê provokasyonekê.