Nijadperestan êrîşî avahiya BDP’ê ya Çanakkaleyê kirin

Nijadperestan êrîşî avahiya BDP’ê ya Çanakkaleyê kirin

Şevê din komek nijandepestan êrîşî avahiya BDP'ê ya Çanakkaleyê kirin û camê avahiyê şikandin.

Şevê din di demjimêr 02.30'an de, komek ulkucuyên ku li hev kom bûn, heta avahiya BDP'ê ya Bajar ya Çanakkaleyê meşiyan, bi kevir û şûşeyên bîrayê êrîşî avahiyê kirin. Komê camên avahiya BDP'ê şikandin û belav bûn.

Serokê Rêxistina BDP'a Çanakkaleyê Abdullah Guler diyar kir ku, şevê din di demjimêr 02.30'an de komek ulkucu êrîşî avahiyê kirin û camên avahiyê şikandin. Guler anî ziman ku, gelek kevir û şûşeyên bîrayê ketibûn hundirê avahiyê û wiha got: "Ji ber ku wê demjimêrê kes li avahiya BDP'ê tune bû tiştek bi kesî nehat. Polisan piştî bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Polîsan em hişyar kirin û diyar kirin ku dibe her dem her tişt bibe."