Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Newroza Stenbolê: Bi deh hezaran kes diherikin qadê

Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Bi deh hezaran kes ji bo derbasî nava qada pîrozbahiyê bibin li pêşiya nuqteyên derbasbûnê sekinîne.

Li gel baranê û hewa sar jî gel diherike qada Newrozê ya li Stenbolê. Coşa pîrozbahiyê her kêliyê zêde dibe.

Di pîrozbahiyê de bi pankart û dirûşman daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan tê kirin. Li qadê tim û tim dirûşma "Bijî biratiya gelan" tê qîrîn.

Her sazî û pêkhate bi pankart û dowîzên xwe li qadê cih digirin. Pankarta Meclîsa Xwendekarên Azad balê dikişîne. Kortejên li ber deriyê Aksarayê li hev kom bûn dest bi meşê kirin. Hin ciwanan dirûşma "Newroza te pîroz be ey Serok" qîriyan. hin koman jî bi meşaleyan meşiyan.

Bi deh hezaran kesî xwe gihandin qadê. Girseya gel li ber stranan govendê digerîne. Li qadê alên DEM Partî, DBP û TJA'yê hatin hildan.

Komîteya Amadekar a Newrozê silav da beşdarên pîrozbahiyê.

Çalakiyê di şexsê Salih Muslim de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan destpê kir. Piştî deqeya rêzgirtinê dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.

Di çarçoveya bernameyê de tê payin ku hunermend û siyasetmedar derkevin ser dikê. Newroz wê bi dadana agir, axaftinan û muzîkê bê pîrozkirin.