Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Newroza Konya: Em dixwazin azad bijîn

Li Konyayê bi hezaran kes beşdarî “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bûn.

Di saetên siharê de gel li Qada Sali Pazari ya li navçeya Selçûklû kom bû, di tevahiya rojê de govend hate gerandin û dirûşme hatin berzkirin.

Ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez axivî û destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî wateya berxwedan û têkoşînê ye.

Îrmez bal kişand ser nîqaşên pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî û diyar kir ku divê dewlet car din îradeya çareseriyê nîşan bide.

Îrmez anî ziman ku “mafê hêviyê” û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê bibe gavek girîng û heya ku ev gav pêk tê, wê têkoşîn bidome.

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê. Bi Îhsan Xelîkan û Koma Navenda Çanda Anatoliya coşa li qadê zêde bû, şahî bi gerandina govendê dewam kir.