Nevendên Penaberiyê mîna girtîgehan kar dikin

Serokê Saziya Pira Gelan Ustun Reînart rexne li Nevendên Penaberiyê girt ku mîna girtîgehê kar dikin û got: “Penaber, kesên ku sûc kiribin û yan jî ceza girtine nînin.”

Rewşa penaberiyê ya li Tirkiyê, hem ji ber ku desthilat van mirovan dike amûrê bazarkirinê û hem jî ji ber zextên zêde yên Yekîtiya Ewropayê weguheriye pirsgirêkekî ku nayê çareserkirin û her roja diçe mezin dibe ye. Di şewata ku li Nevenda Penaberiyê ya li Harmandaliya Îzmîrê derketî de ciwanê 21 salî yê Sûriyeyî Ehmed Maslem jiyana xwe ji dest da. Serokê Saziya Pira Gelan Ustun Rêînart da zanîn ku roja yekê ya Cejna Remezanê dîsa di heman navendê de li hemberî penaberan şîdet hatiye bikaranîn û yên di Navenda Penaberiyê de tên ragirtin di şertên pir xirab de dimnin.

Rêînart ku ji ANF’ê re axivî bibîr xist ku li Tirkiyê 24 Navendên Penaberiyê hene û axaftinê xwe wiha domand: “Qaşo ev navendane cihê ragirtina mirovên ku hatine dersînorkirin û yan jî gumana revê li ser wan heye ye. Navenda Penaberiyê ya li Harmandaliya Îzmîrê dikare 700 kesan di nava xwe de bigre, lê bi taybetî di mehên Havînê de li vir nêzî 3 hezar mirov dikare were ragirtin. Zêdebûna hejmaran ya li gorî kapasîteyê, xirabbûna şert û mercan jî bi xwe re tîne. Hem di aliyê paqijiyê û hem jî di aliyê derûniya mirovên ku li wê derê tên ragirtin de rewş şeklek xirab bi xwe ve digire. Mînak li gorî ku ji me re vegotine, di mijara derketina ji bo standina hewayê jî pirsgirêk heye. Daxwazên wan ên ji bo derketina derwe ya ji bo standina hewayê tên redkirin, paketên ku malbat ji wan re tînin nayên pejirandin. Li hundur dukanek heye, lê hem tiştên xwe sînordarin û hem jî pir buha ne. Girtîgehên pir qerebalix bînin hişê xwe, tam weke wê ye, lê yek ji wan mirovan ne sûc kirine û ne jî ceza xwarin e.”

‘DI BIN ZEXTEKÎ KU HEQ NEKIRINÎ DE NE’

Rêînart diyar kir ku mirina Ehmed Maslemê Sûriyeyî li Navenda Penaberiyê ya Harmandaliyê ne bûyera yekemîn e û wiha pêde çû: “Di yekemîn roja Cejna Remezana bihorî de li Navenda Penaberiya vir bûyerek ya lêxistina penaberan qewimî. Li vir kesên hatinî girtin tenê ji berpirsekê daxwaza Quranê kiribûn, lê wî berpirsî hem nedaye û hem jî heqaret li wan kesan kiriye, ji ber wê yekê bûyera şîdetê qewimiye. Piştre yên li wê derê diman ji bo protestokirina rewşê, dest bi derî xistinê kirine. Ji xwe ez ji ber wê yekê wir dişibînim girtîgehê; di bin zextekî ku heq nekirine de ne, bi rengekî bê hêvî û derûniya wan xirabbûyî wana bendewar dihêlin. Wisa ku her roja diçe çûyîna wê derê û wergirtina agahiyan zehmettir dibe. Mînak parêzerên di Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Îzmîrê erkdar kiribû, şeva ku ev lêdan qewimî bû diçin Navenda Penaberiyê, lê demek dirêj wana li ber derî dan sekinandin. Encax dema nivîsek ji Baroyê tê ku ew jî bi hezar zorî û zehmetiyan dikarin bikevin hundur. Em wek Saziya Pira Gelan me xwest serdana vê Navenda Penaberiyê bikin, lê destûr nehate dayîn. Carna penaberan di şertên ji yên girtîgehan zehmetir radigirin.”

BI DARÊ ZORÊ BELGEYA RIZAMENDIYÊ DIDIN ÎMZEKIRIN

Ustun Rêînart di dewama axaftinên xwe de bal dikişîne ser vê yekê ku divê dewlet bîletê ji bo kesên ku Navenda Penaberiyê di derbarê wan de biyara dersînorkirinê daye bikire û wana bişîne, bi taybetî li Îzmîrê hema bêje ew yek qet nayê kirin. Rêînart got: “Li gorî ku parêzeran ji me re vegotin, bi taybetî bi darê zorê belgeya ‘ez bi rizamendiya xwe dixwazim herim’ bi penaberên ji Sûriyê didin îmzekirin û van kesan dibin Hatayê û wana li wê derê dersînor dikin, wate cihê ku ji ber şer rewiyan e. Her wiha dema dibin Navendên Penaberiyê jî nasnameya wan desteser dikin. Ji ber ku nasnameya wan tê desteserkirin, malbatê wan jî nikarin xwe bigihînin xizmetguzariyên tendirustiyê û hwd. Gelek rewşên zehmet derdikevin holê.”

DERBASBÛN KÊMBÛYE

Rêînart bibîr xist ku Tirkiyê penaberan weke kartekê li hemberî Yekîtiya Ewropayê (YE) bikar tîne û diyar kir ku ji ber zextên YE’yê derbasbûna Yewnanîstanê jî kêmbûye. Serokê Saziya Pira Gelan Ustun Rêînart bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Qaşo ji bo mesrefên penaberan ji YE’yê pereyan distîne, lê ji ber ku wek mirov li van kesan temaşe nake û ji ber ku wek amûrekê li wan tê temaşekirin, lewma di nava şertên pir xirab de dikarin werin ragirtin. Di aliyê din de gelek penaberên ku karîne xwe bigihînin Yewnanîstanê jî destên wan ji pişt ve tê girêdan û wana careke din diavêjin behrê yan jî êrîşê botên wan dikin. Di reşweke wiha de li hemberî vê helwestê derbasbûna penaberan ya ji bo Ewropayê hema bêje ne pêkan e. Ji xwe ev pêkanînane jî ji bo çavtirsandinê û pêşî li derbasbûnên nû girtinê ye. Ji ber wê dikarim bêjim ku li herêmê derbasbûn kêm bûye. Mijareke din ê girîng ewe ku bi taybetî bi pandemiyê re penaber hê zêdetir hejar dibin. Gefên mîna dûrketina zarokan ya ji perwerdeyê heye. Ev jî tê wateya ku zarok di kolanan de dikevin destê çeteyan. Demek dirêje ku em ji vê mijarê bi fikarin.”