Nerazîbûnên li dijî girtina xwendekara Fransî zêde dibin

Nerazîbûnên li dijî girtina xwendekara Fransî zêde dibin

Di nava xwendekarên di encamên operasyonên polîsî yên desthilatiya AKP’ê ya ku di serî de Kurd û hemû muxalîf, dike hedef de xwendekarek hemwelatiyê Franseyê jî hat girtin. Piştî mehek bi ser girtina xwendekara bi navê Sevil Sevimli derbas bû, cihek berfireh di çapemeniya Frensî de girt. Li Franseyê malbat û hevalên wê ji bo azadiya wê komîteyek saz kir

Xwendekara Erasmus a bi navê Sevîl Sevîmlî ku li Franseyê dijiya, ji bo guhertina bernameyekê hat Eskîşehîrê. Ji ber ku beşdarî konsera Grup Yorûm û mitînga 1’ê Gulanê bû, di 10’ê gulana 2012 de di encama operasyonekê de hat binçavkirin. Bi îdîaya “Endama rêxistina terorê ye” şandin Girtîgeha Eskîşehîrê.

PIRSÊN BALKÊŞ

Ji parêzerên bi doza Sevîmlî re mijûl dibin, Prz. Engîn Gokoglû ji ANF’ê re axivî û got ku Sevîmlî tevî 4 kesên din hatijne girtin û şandine girtîgehê. Gokoglu diyar kir ku wana ji ber ber girtin her çar xwendekaran îtîraz kiriye û destnîşan kir ku dê ev doz dirêj bike. Parêzer got; “Di îdîanameya dozger de pir îdîayên komîk hene. Mînak, çûyîna konser Grup Yorûm, beşdarbûna 1’ê Gulanê. Pirsên pir balkêş ji wana dipirsin, dibêjin hûn hev du nas dikin an ne û heta ji wê re gotine “hûn çima çûne we temaşeyê belgefilm Guler Zere kiriye.”

Parêzer diyar kir ku wana ji bo rewşa Sevîmlî serî li Balyozxaneya Franse daye û ragihand ku ger ew jî hewl bide, dê doz zû bi dawî bibe.

Her wiha, bi beşdariya malbat û hevalên Sevîmlîyê komîteyek bi navê “ji Sevîl re Azadî” hat sazkirin û komîteyê ji Wezîrê Derve yê Franse Laurent Fabius xwest ku ji bo serbestberdana Sevîmlîyê bikeve nava hewldanan.

Berdevkê komîteyê Alî Sevîmlî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wana bi nunerên gelek partî û rêxistinan re hevdîtin pêk anîne û wana agahdar kirine û got; “Sevîl tu carî xwe tevlî xebatên îllegal nekiriye.”

Hêjayê gotinê ye ku tevî Sevîmlî 700 xwendekarên zanîngehê, bi giştî zêdetirê 1500 xwendekar di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.

JI UNEF Û DIDF’Ê PEYAM PIŞTGIRIYÊ

Her wiha, mezintirîn sendîkaya xwendekarên zanîngehê ya Franse yê UNEF û Baskê Ciwanan ê Federasyona Mokeleyên Karkerên Demokrat (DIDF) piştgirî dan Sevîmlî.