Îsmaîl Omer Elî, yek ji gundiyên ku berê bûye şahidê komkujiyê ji aliyê Seddam Huseyîn ve û piştre jî bûye şahidê yên ji aliyê dewleta Tirk ve. Piştî ku di êrîşa artêşa Tirk de kurek ê xwe wenda kir, dest ji gundê xwe berda. Niha jî salê hefteyek an jî du hefteyan tê serdana gundê xwe Kafyayê û li baxçeyê xwe yê simaqê dinêre. Xaniyên wan tune ne. Ji xwe re kolik çêdikin.
Gundê Kavya girêdayî bajaroka Dêralok a Başûrê Kurdistanê ye. Îsmaîl Omer beriya 51 salan li vir hatiye dinê. Şopên êşên ku di van 50 salan de jiyaye li rûyê wî dixuyên. Şopên şer û zilmê.
Enfala ku rejmîma Saddam Huseyîn bi serê Kurdan aniye, wî jî dîtiye. Rojên ciwantiya xwe di nava wê komkujiya hovane ya li hemberî Kurdan de derbas kiriye. Êş, jan, koçberî... Piştî ku hinek birînên xwe dipêçe, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di sala 1997’ê de li dar xist de careke din jiyana wî guherî.
Çîroka Îsmaîl Omer, çiqad dişibe bûyerên li Roboskê qewimîn. Çavên wî ji hesiran tije dibe û dibêje; “Em weke her rojê di malên xwe de rûniştibûn. Em rojekê bi teqîneke pir mezin şiyar bûn. Me nezanî çi qewimî, dengek din jî hat û yeke din. Her der di nava toz û dumanê de ma. Tenê dengek li gund hemû, ew jî qêrîn û hewarên gundiyan bûn.”
Îsmaîl Omer di êrîşa wê rojê de kurê xwe wenda kiriye. Di wê bombebaranê de 10 gundiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê hemû gundî li bajarên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn.
Her çendî di her carekê de hemû êşên ku jiyaye, di her carekê de tê li baxçeyê simaqan ê li gundê Kafyayê.