Neçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê ye

Neçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê ye

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan dê bi Serowezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîvan Barzanî re bê cem hev.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Tayyîp Erdogan dê bi Neçîrvan Barzanîn re li Ofîsa Serokwezîrtiyê bê cem hev.

Hevdîtina ku dê saet di 15.00’an de bi awayekî girtî li Konuta Fermî ya Serokwezîrtê bê pêk anîn, li bendê ye ku ligel têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de, mijarên PKK, Suriye û Iraqê jî bên nîqaşnkirin.

Bi vê serdana Barzanîn re ji meha gulanê de ye dibe ya duyemîn. Herî dawî di 16’ê gulanê de hatibû Enqereyê. Barzanîn bi Serokomarê Tirk Abdullah Gul û wezîrê karê Derve Ahmet Davutoglu re hate cem hev.

Balkêş e ku serdana Barzanî di dema ku pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirk de zêde bûne, mudaxaleya leşkerî ya Suriyê tê nîqaşkirin û têkiliyên hikûmeta Bexda û Hewlêrê hatiye qasta ji hev qutbûnê pêk tê.