Ne ala PKK’ê ala TEV-DEM’ê ye!

Ne ala PKK’ê ala TEV-DEM’ê ye!

Çapemeniya Tirk ku di bin kontrola Fetulah Gulen û desthilatdariya AKP’ê de, weke gayê hêç yên berdidin arenayê her ala sor wekî ala PKK’ê dibîne. Li Kobaniyê Komîteya Parastina Kurd ala TEV-DEM’ê ku li noqteyên konrolê daliqandibû, çapemeniya tirk wekî ala PKK’ê servîs kir.

EV AL 3 MEH E LI WIR E Û YA TEV-DEM’Ê YE

Li gorî agahiyên Komîteya Parstina Kurd ya daye ANF’ê ala navborî ya PKK’ê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye û rengê wê jî sor-kesk û zer e. Piştî ku balafira tirk ji aliyê Suriyê ve hate xistin, çapemeniya Tirk dest bi servîskirina vê nûçeyê kir. Ev al 3 meh in, li noqteyên kotrolê yên Kurdan a ji Helîceyê hatine danîn e.

XWESERIYA DEMOKRATÎK

Di vê navberê de Kurdên Rojavayê Kurdistanê ligel şerê dijwar yên li Suriyeyê hîmê herêma xweser amade dike. Kurdan di hilbijartinên 7’ê Gulanê de ji sedî 90 boykot kir. Li aliyê din jî rejîma Baasê red kir û her wiha formulên Rojava yên Kurdan nagirin nav xwe qebûl nakin. Bi îfadeyeke din di rêya sêyemîn de pêş ve diçe. Bi kurtasî rejîma El Esad ya ku qels dikeve, dikare Kurdan bigire hemberî xwe. Kurd ji îtîfaqa qirêj a Tirkiye-Qetar û Suudî Erebîstanê xwe dûr dixe û hewl didin daxwazên xwe têxin meriyetê.

Kurd di nav muxalefeta Suriyeyê ku çekên xwe ji rejîmên zextwar yên l Stenbolê avabûne fînanse dike jî, cih nagire û red dike. Lê bandora rejîma Baas a 40 salî bi gitşî ji holê ranebûye. Ji bo daxwaza wan a li ser erdnîgariya wan avakirina xweseriya demokratîk jî ji aliyê komên muxalîf û hevparên wan ve bersiva erê nehatiye.

KAMPANYAYA DEZENFORMASYONA DIJÎ PYD’Ê

Ev pozîsyona kurdan rejîma AKP’ê nerehet dike. Li aliyê dixwaze bi kampanya dezenformasyonê piştgiriya ji bo PYD’ê bişîne û aliyê din jî li ser gelek komên Kurd û şexsiyetan li Rojavayê Kurdistanê bikişînin nava şer.

Rejîma AKP li hemberî PYD û PKK’ê propaganda û manîpulasyonê pêk tîne û beşek ji çapemeniya Kurdan jî piştgiriya vê yekê dikin. Kurdên ku bi salanin li hemberî rejîma Baas têdikoşe, ji bo tevli artêşa Hur Suriye bibe rê dide ber.

Hin rojnamegerên Kurd hene ku gelek xemgîn in ji ber kû PKK nehiştiye muxalefeta taşeron a Sûriyeyê di nav axa Kurdistanê de bi rehetî tevbigere. Lê li ser vê axê wekî ku ev mêtîngerî têr nake, bangî Kurdan dikin ku hembêza xwe ji wan re veke û ev jî şerma herî mezine.

EV KOMÎTEYÊN PARASTINÊ ÇI NE

Kurdên di bin siya dezenformasyon, progapandaya dijber û faliyetên îstîxbaratê de li hemberî êrîşan xwe diparêzin û ji bo rêxistinbûnê bi hêz dike. Li hemberî gefên dewleta Tirk, bêdengiya welatên rojava , hewl didin ku xweseriya demokaratîk îlan bikin. Di meha adara 2011’an de bûyerên şîdetê dest pê kirin. bi pêşgeniya PYD’ê komîteyên paratina rewa hatin avakirin.

KOMÎTEYAN PÊŞÎ LI GELEK ÊRÎŞAN GIRTIN

Komîteyên parastinê ji ber vê rêxistibûyînê pêşî ligelek êrîşê li hemberî Kurdan girtin. Li gorî ahiyên hatin girtin, Komîteyên Parastina Kurd, girêdayî Meclîsa Gel in, li her derê Rojavayê Kurdistanê hatin avakiririn. Dema komîteyan pêşî li êrîan girtin wendahiyên wan jî çêbûn.