Li girtîgehên Dûmlû û Behra Reş êşkence li girtiyan tê kirin

Baroya Wanê diyar kir li girtîgehên Dûmlû û Behra Reş êşkence li girtiyan tê kirin.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê û girtîgehên Herêma Behra Reş eşkere kir. Rapor, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), TUHAYDER a Wanê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di daxuyaniyê de amade bûn. 

Daxuyanî ji hêla parêzerê Navenda Mafên Mirovan Fettah Keleş ve hate xwendin. 

Keleş, da zanîn ku piştî serlêdanên girtiyan û malbatên wan çûne serdana girtîgehên Herêma Behra Reş û Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê û ev agahî parve kir: “Rapora me encama hevdîtinên bi girtiyan re ne. Armanca me ya ji raporê ew e ku binpêkirinên li girtîgehan qeyd bikin û ji bo bidawîkirina vê rewşê rayedaran bixin nava liv û tevgerê. Di çarçoveya xebatên amadekirina raporê de em çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê.” 

Bi domdarî Keleş bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê û wiha got: “Girtiyan da zanîn ku ji ber lêgerîna nava dev qebûl nekirine, sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Lewma hinek girtiyên nexweş ev nêzî 2 sal in nabin nexweşxaneyê. Êdî hatiye asteke wisa ku talûkeye mezin li ser tenduristiya girtiyên nexweş çêbûye û rewşa hinek girtiyan gelek giran e. Rêveberiya girtîgehê 3 meh berê lêgerîn kir û bi hinceta weke ‘li ser navê pirtûk û lênûskê nav tune ne’ ev pirtûk û lênûsk li girtiyan nehatin vegerandin. Lêgerîn ji armanca xwe dûr tên kirin û her carê ode tên belavkirin, nameyên bi Kurdî û rojnameyên muxalîf nayên dayîn, çalakiyên weke qurs, atolye, werzîş û hwd. hatine qedexekirin û fiyetên li qentînê biha ne.”

Di berdewamê de Keleş bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û wiha domand: “Heman binpêkirin li vê girtîgehê jî hene. Her wiha Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê bi awayekî keyfî û derhiqûqî berdanên bi şertê kontrola edlî yên girtiyan taloq dike. Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Espiyeyê, ev nêzî 2 meh in girtî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ji bo 10 rojan li dar dixin.”

Keleş, diyar kir çalakiyên civakî yên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê bi temamî hatine qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ketin û derketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Daxwaznameyên ku girtî ji bo wezaretê dişînin ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin. Girtiyên diçin nexweşxaneyê bi awayekî kelepçekirî tên tedawîkirin. Ji ber binpêkirinan, girtî ji meha Tîrmehê heta niha ji bo 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger li dar dixin.” 

Têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dûmlû ya Erziromê jî Keleş ev agahî dan: “Hikûmxwarên ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn û girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Girtî rojê tenê dikarin saetekê derkevin hewşê. Pacên odeyên ku girtî lê tên ragirtin bi têlan hatine girtin. Ji ber van têlan girtî nikarin hewayê paqij bistînin û ji tavê sûd bigirin. Statûya girtîgehê ne weke mesken lê ticaretxane nîşan dane lewma fatûreyên ceyranê pir zêde tên. Nameyên di nava girtîgehê de bi mehan piştre tên dayîn. Bi hinceta ku girtiyan ji bo bidawîkirina binpêkirinan li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlûyê dest bi greva birçîbûnê kirin û ji bo rakirina têlên li ber baceyan dirûşm berz kirine, li 7 kesan ji bo 2 mehan 7 caran cezayê disiplînê yê agahînegirtinê hatiye birîn.”

Keleş, destnîşan kir ku li girtîgehên navborî bipêkirinên weke îşkenceyê û mafên tenduristî, tedawî, ewlehî, ragihandin, azadiya xweîfadekirinê tespît kirine û xwest ku ev binpêkirin tavilê bi dawî bibin.