Nasnameya gerîlayê li Çewlikê jiyana xwe ji dest aşkere bû

Nasnameya gerîlayê li Çewlikê jiyana xwe ji dest aşkere bû

HPG’ê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di 21’ê Îlonê de li Herêma Şehîd Serxwebûn a Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di 21’ê Îlonê de li Herêma Şehîd Serxwebûn a Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li bajaroka Ýlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Serxwebûn û Terkanê bi tevlêbûna 10 hezar leşkerî operasyonek hatibû lidarxistin. Di 21'ê îlonê de di saet 06.30'an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûneke demkurt qewimîbû û rêhevalekî me ji yekîneya xwe qut bibû. Şehadeta rêhevalê me yê ji yekîneya xwe qut bibû ji aliyê me ve hate zelalkirin.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye: Ferman Şalci, bi nasnavê Sîpan Çirav, di navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayîk bûye.