Namzetên Partiya Çepên Kesk û gel: Em ê 28’ê Gulanê vî karî temam bikin
Namzetên Partiya Çepên Kesk û gel li Mêrdînê daketin qadan û wiha hate gotin: “Em ê karê ku di nîviyê de maye, 28’ê Gulanê temam bikin.”
Namzetên Partiya Çepên Kesk û gel li Mêrdînê daketin qadan û wiha hate gotin: “Em ê karê ku di nîviyê de maye, 28’ê Gulanê temam bikin.”
Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz li Nisêbînê, Bêrîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê û Kamûran Tanhan jî li Qoserê bi gel re hate ba hev û çûn serdana esnafan. Aydenîz û şandeya pê re li Nisêbînê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.
Aydenîz, rexneyên welatiyan guhdar kir û wiha got: “Gelo hûn amade ne ku em karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvco mayî di 28’ê Gulanê de temam bikin?” Welatiyan piştgirî dan Aydenîz û ji welatiyan yekî jê wiha got: “Ew bi TIR’an jî bi ser me re derbas bibin em ê dîsa jî dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bi eşkere bidin.”
Di dema serdana esnafan de Aydenîz û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.