Birayê polîs Nadîr Ozgen ê ku di 9'ê îlona 2011'an de ji aliyê HPG'ê ve li navçeya Şaxê ya Wanê hate girtin Lutfu Ozgen, diyar kir ku berî birayê wî bê girtin ji banqeyê pere kişandibû û dema ku ji bo wî deynî bide çû banqeyê hînbû ku mehaneya birayî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birîn.
Malbata polîs Nadîr Ozgen ê ku di 9'ê îlona 2011'an de ji aliyê HPG'ê ve li navçeya Şaxê ya Wanê hate girtin, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Birayê Nadîr Ozgen Lutfu Ozgen, anî ziman ku dema birayê wî li marketê kiryarî dikir ji aliyê endamên HPG'ê ve hate girtin û ji bîlî dîmenên di ROJ TV de derketin heta niha tu agahî jê negirtin. Ozgen, da zanîn ku heta niha birayê wî 2 caran derxistin televîzyonê û rewşa wî baş dîtin û xwest ku rayedar birayê wî xelas bikin. Ozgen, bilêv kir ku di serî de Wezareta Karên Hundir serî li hemû saziyan da û li vir tenê şîret girtin. Ozgen, destnîşan kir ku serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan û bi Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan re hevdîtin kirin û niha jî serî li Şaxa ÎHD' ya Edeneyê didin.
Ozgen, diyar kir ku di hevdîtinên bi Wezîrê Karên Hundir re dikin bersivên "Ewladê me, rumeta me û em dê rûmeta xwe bi saxî bînin" hatin û heta niha tu rayedarên hewildan nekirin.
JI KCK'Ê RE BANG
Ozgen, bang li rayedarên KCK'ê kir û wiha daxwaza xwe anî ziman: "Ez bang li rayedarên KCK'ê dikim. Birayê me saxî teslîmî me bikin. Em malbat perîşan in. Dayîka me 2 caran qeyran dil derbas kir. Bavê me jî qeyrana dil derbas kir. Em gelek mexdur in. Înşallah hûn dê ji me re bibin alîkar. Me niha serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edene da. Ez bang li hemû rayedarên dewletê û nûnerên rêxistinên sivîl dikim ku birayê me sax bînin."
'ÎNŞALLAH EM DÊ BÎNIN'
Ozgen, destnîşan kir ku berî birayê wî bê girtin ji banqeyê pere kêşandibû û 3 taksît dan û wiha axivî: "Ji ber ku taksîtên din nedan ji banqeyê ji me re ferman dayîn hat. Em jî ev da. Lê pişt re em hînbûn ku mehaneya wî hatiye cemidandin. Lê Wezîrê Karên Hundir di daxuyaniyeke xwe de got, 'Me mehaneyên wan nedan rawestandin tenê me dan cemidandin' Niha mehaneya wî hatiye rawestandin. Di hevdîtinên me bi Wezîrê Karên Hundir re kirin ji me re şîreta 'Ew birayê me ye, ew ewladê me ye, em dê wî ji we re bi saxî bînin' kirin. Tenê şîretan li me dikin ev yek hesan e lê tu tiştên din nayên kirin."
ÎHD DÊ XEBATÊ BIKE
Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Edene Osman Kara, diyar kir ku malbatê gelek caran serî li Wezareta Karên Hundir û serokwezîratê da lê her tim rastî şîretan hat û wiha got: "Lutfu Ozgen îro serî li me da. Ji bo birayê wî bi saxî bînin serî li ÎHD'ê da. Em jî dê serlêdana wî bişopînin. Em dê bi nûnerên Amed û Wanê re têkiliyan pêk bînin. Heke pêdivî pê he be em dê bi şaxa Wanê re bi hev re xebatê bikin û ji bo Ozgen bigihije birayê xwe ya ji destê me bê em dê bikin."