Wezîrê Navxweyî yê Tirk ê dijminê azadiyê û bi daxuyaniyên xwe yên ji bo parastina polîs, komkujî û leşkeran tê nasîn, vê carê meclîsê serûbin kir. Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Şahîn rakêşan hev du.
Di dema hevdîtina pêşnûmeya ji bo qanûna ‘Pêşnûmeya Qanûna Parastina Biyaniyan’ ya di bin serokatiya Parlementerê AKP’ê Mûammer Guler de kom bûn, alozî rû da. Gotûbêj bi “gaza îsotan û êrîşên polîsan ên li ser çalakiyan” dest pê kir.
Piştî wezîrê Tirk Şahîn der barê pêşnûmeyê de agahî da, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Onder axivî û bal kişand ser Çayan Bîrben ê ku li Yalovayê di encama gaza îsotê ya polîsan de jiyana xwe ji dest da û got “Polîs berevaniyê nake, ew bi xwe jî şer dikin.” Onder vegeriya Wezîr Şahîn û got; “Ez dixwazin gaza îsotê di Cıvata Giştî ya Meclîsê de li we bireşînim, bibînin.”
Onder bi bîr xist ku ji sedî 70’yê şêniya Tirkiyeyê ciwan in, lê di bûyerên asayîşî de çepgir, rastgir, elewî, Kurd, Ermenî, kî dibe bila bibe, bi bombeyên gazê, panzer, girtin û binçavkirinê êrîş dikin. Onder got ku weke gaza BOTAŞ’ê nava me dişewitîne.
HÛN DÊ BÊNE DARIZANDIN
Şahîn di ber gotinên Onder re got; “Hûn dişewitînin”. Onder got; “Hûn çi dibêjin, dibêje ‘we xeta veguhestina enerjiyê Botaşê şewitandin. Kê şewitandiye?” Şahîn jî got; “Dê were em biçin, li dijî yên dişewitînin têbikoşin.”
Piştre Onder got; “Yê ku wiha nêzî welatiyên xwe dibe, gelo dê çawa nêzî biyaniyan bibe”. Onder got ku divê polîs ji ber helwesta xwe ya li hemberî çalakiyên civakî bên lêpirsîn û got; “An ne, zarokek jî dikare Wezîrtiya Navxweyî bike. Nêzîkatiyek ku her tiştên mirovahiyê tune dikin a yekperest heye. Cendirem û polîs sîle li gundiyên li dijî bendavên HES’ê yên li Trabzyonê radibin, dixin. Hûn ê di dahatûyê de ji ber van kiryarên xwe bên darizandin.”
Gotûbêj her ku çûn dijwatir bûn, Şahîn rabû ser lingan. Onder ji Şahîn re got; “Destê xwe deyne, tu kî yî, li hemberî min destê xwe radikî?”. Onder, ber bi Şahîn ve çû, ji aliyê parlementerên din ve hat astengkirin. Şahîn jî qêriya û got “Were”. Wekîlê BDP’yî Onder got; “Yek deqe. Wezîr dê li vir gef li min bixwe? Tu pêşî hesabê Roboskê bide. Wan çi kiribû? Bes êdî, we ev der kir dojeh. Wezîr nikare wiha bi min re biaxive. Tu li vir çi bî, ez jî ew im.”
Piştre Guler, xwest zimanek paqij bi kar bînin. Onder got; “Vegerin û wezîrê xwe binêrin. Dijûnan ji me re dike. Tu kesek nikare ji min re bêje tu yê çawa biaxivî. Dê destê xwe li min bihejîne û biaxive?"