Muzîkjen jî di riya Nisêbîn-Cizîrê de asê man
Muzîkjen jî di riya Nisêbîn-Cizîrê de asê man
Muzîkjen jî di riya Nisêbîn-Cizîrê de asê man
Hunermendên li Hewlêrê konser dan jî li Riya Nisêbînê bi hezaran kesî re asê man. Walitiyê jî bersiva ‘em nizanin dê kengî xilas bibin’ da.
Gulbahar Kavcu, Harun taman, Sabir Erdînç, Olcay Bozkurt, Ruşan Fîlîztek, Serkan Esmeray ku li Hewlêrê konser dan, di riya Cizîr-Nisêbînê de bi hezaran kesî re ji ber berfa barî asê man.
Gulbahar Kavcu ku di nava koma ku du roja ji herê veqetiyane de cih digire, di ser hesaba xwe ya twîtterê de wiha got: “Ji duh de saet di 14.00’an de ye em li riya Cizîr-Nisêbînê asê mane. Wek em texmîn dikin gelek wesayît hene. Li gorî agahiyên me ji Walitiya Şirnexê giritye, heta sê rojan ancax dê rê vebibin.
Cigirê serokê giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku bi Walitiya Şirnexê re hevdîtin pêk aniye û walitiyê gotiye em xebatan dimeşînin lê ji bo vekirina rê nekarin demê bidin.