Ayten Morsumbul bi salan e bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta xezûrê xwe Huseyîn Morsumbul ê di 18'ê Îlona 1980'an de di dema destgîrkirinê de hate windakirin, têdikoşe. Niha jî ji bo kurê xwe Eser Morsumbul ku girtiyê nexweş e, têdikoşe. Morsumbul a ku anî ziman, kurê wê Eser ê ku di temenê xwe yê biçûk de bi pençeşêrê ketiye, bi nexweşiya kronîk a gurçikê û helana hestî re têdikoşe, ji ANF'ê re axivî.
JI QADA GALATASARAYÊ HETA DERIYÊN GIRTÎGEHAN
Ayten Morsumbul a ku bi salan e ji bo aqûbeta Huseyîn Morsumbulê ku piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li Çewlikê hate destgîrkirin û êdî agahî jê nehat girtin ev tişt gotin, “Min bira Huseyîn qet nedîtiye. Tenê bi qasî vegotina hevjîn û dayika wî Fatma nas dikim.
Piştî ku bira Huseyîn destgîr dikin, tên malê û bavê wî digrin û 6 rojan di daliqandina Filistîniyan de êşkence dikin. Yekem car min dayika Huseyîn Fatma bir Qada Galatasarayê cihê ku Dayikên Şemiyê çalakiya rûniştinê lê li dar dixin. Ez qet ji bîr nakim, beriya ku di sala 2015'an de wefat bike got, ‘Eger ez hestiyên Huseyîn nebînim, min bi qezaxê wî veşêrin.’ Min wisa kir. Îro neviyê min mezin bûye, li mamê xwe yê mezin digere, hestiyên bira Huseyîn nedane me û heta niha jî goreke wî tune ye. Têkoşîneke me yê wisa zor û zehmet heye.”
'DEMA TEDAWÎ DIHATE KIRIN HATE GIRTIN'
Morsumbul a ku zarokên xwe di van salên zehmet de mezin kir, anî ziman ku ew ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî ketine lîsteya reş. Morsumbul da xuyakirin ku kurekî wê di girtîgehê de ye û got ku kurê wê yê din ê ku li Balafirgeha Stenbolê dixebitî tenê ji ber paşnavê wî ji kar hatiye avêtin. Morsumbul a ku diyar kir ku kurê wê Eser ê dîlgirtî hêj 12 salî bû tumora mejiyê yê xerab bû û anî ziman ku ji ber tedawiya radyasyonê û kemoterapî bi gurçika kronîk ketiye
Morsumbul a ku gurçika xwe da kurê xwe û wiha pê de çû: “Di sala 2017’an de dema tedawiya wî dewam dikir 6 meh piştî neqlê hat destgîrkirin. Bi îdiaya ku endamê rêxistina DHKP/C ye hat girtin û hat mehkûmkirin. Dema hat girtin ji sedî 70 rapora astengdariya wî hebû. Eser 6 sal in di girtîgehê de ye û ji Sîlîvriyê sirgûnî Tîpa T a Hejmara 1 a Şakranê ya Îzmîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê kirin. Ji ber ku tedawiya wî hat astengkirin, rewşa wî ya tenduristiyê gav bi gav nebaş bû. Min gelek caran serî li dozgeriyê, Wezareta Edaletê û Komîsyona Edaletê da. Li Girtîgeha Şakranê dest bi birin û anîna wî a tedawiyê kirin û piştre jî ew sirgûn kirin. Îro ew di hucreya du kesî de tê ragirtin û ji ber helana hestî rewşa wî giran e. Dema ku ew herî dawî bo nexweşxaneyê hat veguhestin, hestiyên wî hatin qontrol kirin. Bijîşk jê re got ku hestiyên wî mîna camê ne û di her ketinê de dikare bişkê. Ji ber vê yekê her tim derzî lê tê xistin."
‘ÊDÎ DIVÊ BÊ BERDAN, BILA LI DERVE BÊ DERMANKIRIN’
Morsumbul a ku herî dawî 10 roj berê çûbû serdana kurê xwe, diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e û divê înfaza wî bê taloqkirin û got, “Hestiyên wî mîna camê ne, di her kêliyê de dikarin bişkên. Ji xwe cezayê wî di sala 2024’an de bi dawî dibe, bila ji niha ve bê berdan da ku li derve tedawî bibe. Êdî bes e, ez vê zilm û neheqiyê qet qebûl nakim û ez ê ti carî qebûl nekim.” Morsumbul banga hestiyariyê kir.