MKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Neval bi bîr anî

MKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Neval ên MLKP’yî bi bîr anî û got: “Êrîş û her cure propagandayên reş, vale ne. Têkoşîna şoreşê berfireh dibe.”

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) yek ji kadroyên pêşeng ê MLKP’ê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û Fermandarê MLKP’ê Firat Neval (Ozgur Namoglû) bi bîr anî û wiha got:

“Hevrê Ahmet beşek mezin ê jiyana xwe diyarî, şoreşê kir û şoreşgerek pêşengek bû ku tevlêkariyên girîng li têkoşîna şoreşê kiriye. Hevrêyek bû ku her mirov dest didayê şopên kûr lê dihêlan û bi sekna xwe ya bi biryardayî, mînak bû. Ala têkoşîna enternasyonalîst li Rojava, li herî pêş hilda. Tevlî nava têkoşîna gelên Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê bû. Di pêşxistina deskeftiyên Rojava û pêvajoya avakirinê de, rolek bi çalak lîst.

Hevrêyê ciwan Firat Neval tecrûbeyên mezin ên şoreşgerî, li temenê xwe zêde kir. Di pêşxistina rêbazên fêmkirina konsepta şer a nû ya dijmin û alternatîfên şoreşger de, rolên girîng lîst. Ala şer a hevrêyên xwe yên nemir, li herî pêş hilda.

Dost û dijmin bila bizanin ku êrîş û her cure propagandayên reş, vale ne. Têkoşîna şoreşê pêş dikeve û şoreşger şer dikin.”