Mîtînga li Kartalê destpê kir: Em li ber şer û xizaniyê rabin!
Bi pêşengiya pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Qada Kartalê mîtîng tê lidarxistin. Meşa ber bi qadê ve destpê kir.
Bi pêşengiya pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Qada Kartalê mîtîng tê lidarxistin. Meşa ber bi qadê ve destpê kir.
Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma "Em li ber şer, zext û xizaniyê rabin. Em bi hev re biguherînin', li navçeya Kartal a Stenbolê mîtînga xwe ya destpêkê lidar dixe.
Beriya mîtîngê hevserokên giştî, hevberdevk û serokên partiyên siyasî yên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne, bi rengê kortalê ber bi Qada Kartalê ve dest bi meşê kirin.
Di nava kortejê de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Desteya Berdevkan a Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Pelîn Kahîlogûllari, Jûlîana Gozen, Berdevkên Demkî yên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û Dilşad Canbaz û endamên partiyê amade bûn. Li kortejê pankarta bi nivîsa "Em li ber şer, zext û xizaniyê rabin. Bi hev re biguherînin" hate hildan.
Her wiha ji pêkhateyên HDP’ê, nûner û rêveberên Partiya Herêma a Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), SODAP, SYKP, Partiya Pêşerojê ya Çepa Kes jî di kortejê de cih girtin.
Li gel nûnerên partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, her wiha HDP, TOP, EHP, EMEP, SMF û TÎP bi pankart û dirûşmên xwe weke kortejan ketin Qada Kartalê.
Korteja endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî kete qadê ku laçikên spî li xwe kiribûn û tililî avêtin. Girseya li qadê Dayikên Aştiyê bi çepikan pêşwazî kir.
Meşa kortejê didome û ciwanên li qada mitîngê kom bûyîn li ber stranên Kurdî govendê digerînin.