Mînakên xwînê yên doza komkujiya Bîlge hate tunekirin

Mînakên xwînê yên doza komkujiya Bîlge hate tunekirin

Di sala 2009’an de li gundê Bîlge ya Mazidagê ya Mêrdînê di komkujiya ku pêk hat de 44 kes mirin. Der barê komkujiyê de Dadgeha Cezaya Giran a Çorumê biryar dabû û biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin. Li ser vê yekê doz dîsa li Dadgehên herêmî tê dîtin.

Dadgeh kul i bende encamên testa mînakên xwînê yên zarokên bersûc Mehmet Çelekî yê 45 salî û Fesîh Çelebî yê ku kuştinbû bû, ji serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê nîvîsa, mînakên xwînê yên ku Fesîh Çelebî hatibûn girtin li gorî mevzuatê ji ber ku 3 sal derbas bû hate îmhakirin, û dê goristana wî vebe û ji diran û hestiyên wî mînak bê girtin hat.

Di sala 2009’an de 4’ê gulanê de li gundê Bîlge ya Navçeya Mazidagê ya Mêrdînê 7 jê zarok 44 kes hatibûn qetilkirin. 3 kes birîndar bibûn. Der barê komkujiyê de bersûc bi hinceta ewlehiyê li Dadgeha Cezaya Giran a Çorumê hatin darizandin.

Dadgeha Herêmî di sala 2010’an de meha nîsanê de di danişîna dawî de, ji bo plankiriyê komkujiyê Mehmet Çelebî ku bi navê din ‘Şêx Mehmet’, birayê wî Abdulhakîm Çelekî (35), Mehmet Emîn Çelebî (37), Mehmet Saît Çelebî (42), Omer Çelebî (44) Suleyman Çelebî (46) ji her yekê re 44 caran cezayê muebetê yê giran birî. Ji bo du bersûcên din yên girtî M. Ş. Ç ji ber ku temenê wî di bin 18’yî de bû 44 cara 15 sal cezayê girtîgehê birî. Ji bo Ahmet Çelebî yê ku di destê wî de bombeya destan û gule hebû jî 15 sal ceza birî.

Li ser îtîraza parêzerên bersûcan Daîreya Cezaya Giran a yekemîn ya Dadgeha Bilind, cezayê 44 caran cezayê muebetê yê Mehmet Çelebî jê 43 erê kir, der barê kuştina Fesîh Çelebî de jî xera kir û xwest testa DNA yê ji bo 10 zarokên Mehmet Çelebî bê kirin. her wiha sala borî di meha çile de biryar da ku doza Suleyman Çelebî yê ku di girtîgehê de întîxar kir jî bê xistin.

Piştî xerakirina Dadgeha Bilind di danişîna yekemîn de Mehmet Çelebî îfade da û diyar kir ku têkiliya hevsera wî F.S û Fesîh Çelebiyê ku kuştiye bi hev reheye û wiha got: “Bila encamê testa DNA’yê bê. Ji 10 zarokên min herî kêm 7 heb ji Fesîh Çelebîne. Min ev ji bo namûsê kir.” Mehmet Çelebî xwestibû di demeke nêz de encamên DNA’yê bên. Dadgehê jî jib o encaman danişîn paşve xistibû.

Serokatiya Saziya Tiba Edlî di nivîsa ku ji Dadgeha Cezaya giran a Çorumê re şandibû de diyar dike ku ji bo DNA’yan bînin hemberî hev mînakê xwînê yên ji Fesîh Çelebî hatine girtin hatine îmhakirin û wiha got: “Mînakên xwînê yê ji Fesîh Çelebî hatine girtin, ji ber dîroka muhafazayê şûnde ji berk u 3 sal di serde derbas bûye, li gorî mewzuatê hatiye îmhakirin. Ji bo DNA’yê divê gotina Fesîh Çelebî bê vekirin û ji hestî û diranên wî mînak bê girtin.”

Parêzerê bersûcan Eşref Kaya diyar kir k udi nava 3 salan de pêkneanîna testa DNA’yê balkêşe û wiha got: “Serokatiya Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê ji Mehmet Çelebî, hevsera wî ya ku berdaneya F.S û zarokên wî mînakên xwînê girtibû. Lê mînakên Fesîh Çelebî hatine îmahkirin. Mînak dê ji Fesîh Çelebî bê girtin û rastî dê derkevin.”

Danişîna sêyemîn dê di 2’ê cotmehê de pêk were.