Li gorî daneyên Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî li Tirkiyeyê di navbera salên 2002-2011 de bi giştî 735 hezar û 803 qezayên kar qewimîn. Di van qezayan de 10 hezar û 804 karker mirin, 14 hezar û 665 karker jî seqet bûn.
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Kadir Gokmen Ogut der barê ewlekariya xebatê ya li Tirkiyeyê de pêşniyarpirsek pêşkêşê Meclîsê kir. Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî bersiva pêniyarpirsê da. Li gorî bersiva wezaretê di van deh salên dawiyê de bi giştî 735 hezar û 803 qezayên kar qewimîn. Di van qezayan de 10 hezar û 804 karker mirin, 14 hezar û 665 karker jî seqet bûn.
Dîsa, di bersiva Wezaretê de hat diyarkirin ku di salên 2005-2011 de lêpirsînên der barê 502 hezar 287 hezar û 59 qezayên kar de hatine qedandin û lêpirsîna der barê qezayên din ên kar de berdewam dike.
Li gorî wezaretê, der barê Herêma Tûzla Tersaneler ku her tim bi qezayên kar tê rojevê û di sal 2003 de 44 karkeran têde jiyana xwe ji dest dan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) li gelemperiya cîhanê her sal 270 milyon qezayên kar rû didin û di her 15 çirkeyan (saniye) de karkerek û di her rojekê de jî 6 hezar û 300 kes di qezayên kar an jî nexweşiyên ji ber pîşeya xwe de jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî daneyên ILO’yê, di sala 2010 de li Tirkiyeyê 62 hezar û 903 qezayên kar rû dan û 533 bûyerên nexweşiyên ji ber pîşeyan çêbûn, 10 ji wana ji ber nexweşiyên ji ber pîşeyê, hezar û 444 ji ber qezayên kar û bi giştî hezar û 454 karker jiyana xwe ji dest dan.