Milîsên KBDH'ê li sê bajaran gelek çalakî kirin

Milîsên Tolhildanê yên Gulnaz Ege yên KBDH'ê li Stenbol, Çorûm û Tekîrdagê li dijî AKP, Ocaxên Osmanî û Ocaxên Nijadperestan çalakî kirin.

Milîsên Tolhildanê yên Gulnaz Ege yên KBDH'ê ragihandin ku li sê bajaran gelek wesayit şewitandine.

KBDH'ê diyar kir ku 8'ê Tîrmehê li navçeya Osmancik a Çorûmê, maleke faşîstan û 3 wesayitên luks ên faşîstên Ocaxên Osmanî şewitandine.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "9'ê Tîrmehê li Stenbol-Sîlîvriyê TIR ên şîrketa kargo ya Aras a ser bi rejîma faşîst a AKP'ê, tevî alavên tê de ji aliyê milîsên me ve bi çalakiyeke teknîkî hatin şewitandin û bi milyaran lîreyê Tirk zerar li şîrketa kargoyê bû."

10'ê Tîrmehê li navçeya Mûratli ya Tekîrdagê maleke endamên Ocaxên Nijadperest ên MHP'î û 6 wesayitên faşîstên tecawizkar ji aliyê milîsên KBDH'ê ve hatin şewitandin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Tola gelê me û her hevrêyên me yên hatine şehîdkirin wê qat bi qat ji faşîstên tecawizkar bê hilanîn."