Milîsên HBDH’ê yên Sînan Dêrsim bîlançoya çalakiyan eşkere kir
Milîsên HBDH’ê yên Sînan Dêrsim bîlançoya çalakiyan a mehekê eşkere kir. Milîsan li dijî polîs û hevkarên dijmin çalakî li dar xistin.
Milîsên HBDH’ê yên Sînan Dêrsim bîlançoya çalakiyan a mehekê eşkere kir. Milîsan li dijî polîs û hevkarên dijmin çalakî li dar xistin.
Milîsên Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) ên Sînan Dêrsim bîlançoya çalakiyan a mehekê eşkere kirin.
Di daxuyaniya nivîskî de, ev tişt hate gotin: “Em şoreşger in ku ji nav bindest û gelan derketine û hatine. Em karker, yên bêyî kar, xwendekar, jin, xizan, Elewî, Tirk û Kurd in. Weke şervanên şoreşa yekgirtî em rizgariya gelên xwe di şoreşa yekgirtî de dibînin û pêdiviyên vê yekê pêk tînin.
Em di demek a dîrokî de ne. Tenê yên şer dikin wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Em bang li gelê xwe dikin; guh bidin şerê şoreşgerî, di refên şoreşa yekgirtî de xwe rêxistin bikin.”
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ POLÎS Û HEVKARAN
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya çalakiyê wiha ye:
“*Milîsên me ji bo hesab ji xayînên ku gerîlayê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harun Elbak) teslîmî dijmin kirin, bipirsin di 25’ê Nîsana 2023’an li Wanê nivîs nivîsandin. Di nivîsan de dirûşmeya ‘Harun Elbak ne bi tenê ye-HBDH’ hat nivîsîn.
*Şeva 27’ê Nîsana 2023’an li Stenbolê me çalakiya hişyariyê li dijî dijminekî gel kir. Li Gungorenê me li dijî bazirganek ê madeyê hişbir ku bi polîs re hevkarî dike û ciwanên me jehrî dike, çalakiya bombeya bi deng pêk anî.
*Ji bo protestokirina operasyonên qirkirina siyasî şeva 28’ê Nîsana 2023’an e bi bombeyên dengê li mala hevkarên polîsan çalakiya hişyariyê kir.
*Roja 14’ê Gulana 2023’an di şeva hilbijartinê de, milîsên me li gelek taxên Wanê li dijî polîsan ketin tevgerê. Êrîşên polîsên faşîst bi sekna me ya bi biryar hatin pûçkirin û me gelê xwe xist bin parastina xwe de.
*Şeva 15’ê Gulana 2023’an li navenda Wanê û taxên Xaçort/Koyîçiyê polîsan êrîşê gelê kombûyî kir. Polîsan bombeyên gazê bi kar anîn. Milîsên me bi bombeyên dest, fîşekên hewayî û bombeyên dest bersiv dan û bi teqemenî û molotofan derb li TOMA û wesayîtên zirxî yên Kîrpî jî xistin.
*Şeva hilbijartinê 28’ê Gulana 2023’an komek a faşîstan hewl da li Haciahmet ku herêma xizan a Stenbol/Beyoglûyê ye, pîrozbahiya hilbijartinê bike. Milîsên me bi bombeyên dest û bombeyên deng êrîş bi ser malek a Terîqeta Îsmaîlgaya ku tevlî van pîrozbahiyan bû.
*Şeva hilbijartinê 28’ê Gulana 2023’an milîsên me li navenda Wanê li dijî endamên faşîzma AKP-MHP’ê ku bi çek û wesayîtên zirxî li kolanan teror dikirin, bi bomveyên deng û çekan bersiv dan.”