Milîsên HBDH’ê li Stenbolê febrîqeyek dan ber agir

Milîsên Medenî Yildirim ên HBDH’ê ragihandin ku wan ji bo di salvegera 20’an de pêngava 1’ê Hezîranê silav bikin, li Başakşehîra Stenbolê febrîqeyek dane ber agir.

MILÎSÊN HBDH’Ê

Milîsên Medenî Yildirim ên HBDH’ê ev daxuyanî da: “23’yê Gulanê di derdora saet 08.30’an de li Stenbol/Başakşehîrê me agir berda depoya febrîqeyeke ku li Beşa Sanayî ya Tekstîlê ÎSTEKS malzemeyên tekstîlê dihilberîne. Di çalakiya sabotajê de depo bi temamî bû xwelî û bi milyonan lîre zirar gihişt febrîqeyê.

Ev çalakî bi boneya pêngava ku gerîla di 1’ê Hezîrana 2004’an de dayî destpêkirin, hate lidarxistin. Îro şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker dewam dike û milîsên me jî li bajaran li dijmin û çavkaniyên wê yên ekonomîk dixe.”