Milîsên HBDH'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Şehîd Erdal (Mûstafa Yondem) ên HBDH'ê li Beylîkduzu ya Stenbolê li trafoyê sîteya sanayî sabotaj kirin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Şehîd Erdal (Mûstafa Yondem) HBDH ragihandin ku 13'ê Tebaxê saet di 19:00 de li Beylîkduzu ya Stenbolê li trafoyê sîteya sanayî çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Trafo bi temamî şewitî, li ser beşek sîsteya sanayî elektrîk qut bû. Yekîneya ku çalakî kir bi serketî ji qadê çû."

Milîsên HBDH'ê diyar kirin ku çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye kirin.