Milîsên HBDH’ê li Kagithaneyê wesayitên faşîstan dan ber agir

Milîsên Hrant Dink ên HBDH’ê ragihand ku li Stenbol/Kagithaneyê agir berdane 2 wesayitên faşîstan.

Milîsên Hrant Dink ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku milîsên wan şeva 16’ê Îlonê li Stenbol/Kagithaneyê agir berdane 2 wesayitên faşîstan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê êrîş û qetliamên xwe li her derê didomîne. Çav berdide jiyana Kurd, Ermenî, Elewî û hemû bindestan. 

Em Milîsên HBDH’ê li gorî erka xwe ya dîrokî tevdigerin. Ev zilm, tecrîd û dagirkerî tenê bi çalakiyên me têk biçin. Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Em ê bi navê Hrant li hemberî faşîzmê têbikoşin. Ji ber vê yekê me li Stenbol/Kagithaneyê çalakî li dar xist.

Em ê dagirkeran û qatilên faşîst tune bikin û zilm û tecrîdê bişkînin!”