Milîsên HBDH’ê li Edeneyê bi molotofan çalakiyek kirin

Milîsên Şehîd Bûbo yên HBDH’ê li Edeneyê bi molotofan li marketekê dan.

Milîsên Şehîd Bûbo yên HBDH’ê derbarê çalakiya xwe ya li Edeneyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin “Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî Veysî (Bûbo) Taş bedena xwe şewitand. Em Milîsên Şehîd Bûbo yên HBDH’ê diyar dikin ku em ê berxwedan û çalakiyên şoreşgerî geş bikin.

Di 17’ê Çileyê de sae di 23.00’an de li ser Rêya Otogarê me bi molotofan li şaxa marketeke mezin da. Piştî çalakiya me market şewitî.”