Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê li wesayita polîsan xistin
Milîsên Mûrat Ordekçî yên HBDH'ê ragihandin ku 18'ê Kanûnê li navçeya Menemen a Îzmîrê li wesayiteke polîsan xistine.
Milîsên Mûrat Ordekçî yên HBDH'ê ragihandin ku 18'ê Kanûnê li navçeya Menemen a Îzmîrê li wesayiteke polîsan xistine.
Milîsên Mûrat Ordekçî yên HBDH'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo hesabê komkujiyên 19'ê Kanûnê bipirsin li Îzmîrê li hemberî polîsan êrîşeke çekdarî kirine.
Li gorî daxuyaniyê çalakî şeva 18'ê Kanûnê li navçeya Menemen a Îzmîrê li hemberî wesayiteke polîsan a sivîl hatiye kirin.
Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de polîsek birîndar bûye û milîsên wan jî bi serketî ji cihê çalakiyê çûne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên li dijî gelê me û nirxên me yên şoreşgerî wê bêbersiv nemînin û teqez hesab ji komkujerên faşîst bê pirsîn.