Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan dan

Milîsên Şehîd Bûbo yên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan dan.

Milîsên Şehîd Bûbo yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyekî weşand û got:

“Em ê bi çalakiyên xwe re êrîşên dijmin pûç bikin. Em ê hovîtiya li zîndanan û bi taybet tecrîda li Îmraliyê bixin rojeva gelê xwe.

Bi vê armancê em milîsên Şehîd Bûbû yên HBDH’ê, me li Îzmîrê notirvanek ceza kir. Me 18’ê Çileyê derdora saet 21:30’an de li dijî notivanên li Kadîfekale dewriye digeriyan, çalakiyek li darxist. Di encama êrîşên milîsên me de notirvanek birîndar bû. Piştî çalakiyê polîs û ambûlans hatin cihê bûyerê. Milîsên me bi awayekî serkeftî ji cihê bûyerê vekişiyan.”