Milîsên HBDH’ê li 3 bajaran çalakî kirin
Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê li 3 bajaran li polîs û notirvanên Tirk dan.
Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê li 3 bajaran li polîs û notirvanên Tirk dan.
Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Tekane zimanê ku faşîzm jê fêm dike, şîddeta şoreşger e. Wê şîddeta şoreşger a gelên kedkar wê faşîzmê û zextên wê bişikîne.
WAN
Di 5’ê Hezîranê de li Wanê dema ku polîs bi wesayîtên zirxî geriyan, milîsên me bi bombeyên deng û bi molotofan li polîsan dan. Dema ku ew diçûn serdegirtina malan, milîsên me li wan dan. Piştî çalakiyê milîsên me bi selametî ji qada çalakiyê vekişiyan.
STENBOL
Di 8’ê Hezîranê de li Stenbolê me li notirvanên lumpen ên vê pergala faşîst dan. Notirvan dema li Taxa Anadolûyê ya Arnavûtkoyê di otoparkekê de bûn, milîsên me bi bombeyan li wan dan. Xisareke maddî gihişt wesayîtên li otoparkê û notirvan ketin panîkê.
MÊRSÎN
Di 12’ê Hezîranê de li Mêrsînê me li dijmin da. Li Taxa Çîlekê ya Akdenîzê milîsên me kemîn danîn pêşiya cihê ku polîs disekinin û bi bombeyên dengan li wesayîta polîsan dan. Hinek polîs birîndar bûn û ambûlans hate qadê. Milîsên me bi selametî ji qadê vekişiyan.”